Şanlıurfa di warê turîzmê da roj bi roj hêzdartir dibe

Şanlıurfaya ku yek ji navendên girîng ên turîzma çandê ye bi rengîniya ku di turîzmê da zêde bû her roj bêtir xurt dibe.

Şanlıurfa di warê turîzmê da roj bi roj hêzdartir dibe

Şanlıurfaya ku lê cihên dîrokî yên girîng ên wekî Gola Masiyan a tê riwayetkirin ku Hezretî Îbrahîm lê hatiye dinê û avêtine agir û Girê Mirazan a ku wekî "destpêka dîrokê" tê binavkirin bi rengîniya ku di turîzmê da zêde bûye balê dikşîne

Şanlıurfa bi dîroka xwe ya kevnar, dewlemendiyên tebiî û potansiyela xwe ya di warê turîzma baweriyê da her sal bi hezaran turîstên herêmî û biyanî diezimîne û bi xweşikahiyên xwe va ziyaretvanên xwe heyran dihêle.

Li bajarê ku digel turîzma çandê wekî yek ji navendên girîng ên baweriyê balê dikşîne ziyaretvan dikarin ku Gola Masiyan a tê riwayetkirin ku Hezretî Îbrahîm lê hatiye dinê û avêtine agir û Girê Mirazan a ku wekî "destpêka dîrokê" tê binavkirin, navçeya Heranê ya ku bi xaniyên xwe yên biqube balê dikşîne û Xelfetiya ku bi xweşikahiyên xwe yên tebiî derdikeve pêş bigerin.

Ziyaretvanên tercîh dikin ku li Şanlıurfayê bimînin beşdarî şevbihêrkên navdar ên ku muzîkên herêmî tên lêxistin dibin, tehma xwarinên herêmî yên wekî lehmecûn û ecînê dinêrin.

Ji bo ku rojên mayîna ziyaretvanan zêde bikin û rengîniya berhemên turîstîk ên li bajêr zêde bikin bi kordînasyona Walîtiya Şanlıurfayê û Şaredariya Bajarê Mezin û Midûriya Çand û Turîzmê ya Bajêr xebat dewam dikin.

Di vê çarçoveyê da ji bo ku li Girê Mirazan ê ku wekî "destpêka jiyanê" tê binavkirin û di Lîsteya Mîrateyên Dinyayê ya UNESCOyê da cî digire ji bo turîzmê firînên pifika hewaya germ bê kirin pêngaveke mezin hat avêtin.

Li bajêr firînên testê dewam dikin û piştî ku destûrên hewce hatin hildan ziyaretvanên tên herêmê dê bikaribin ji asîmanan Girê Mirazan temaşe bikin.

- "Mimkûn e ku mirov hemû xweşikahiyan li Şanlıurfayê bibîne"

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Şanlıurfayê Zeynel Abîdîn Beyazgul daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku bajêr hem ji hêla turîzma baweriyê va hem ji hêla turîzma çandê va navendeke girîng e.

Beyazgul behs kir ku gelê Şanlıurfayê mêvanperwer e û gelekî bi turîstan ra eleqedar dibe û got ku "Ez wisa bawer dikim ku piştî heyama pandemiyê xilas bû dê turîzmê da teqînek çêbe. Di heyama pandemiyê da jî li Şanlıurfayê di warê turîzmê da qerebalixiyek hebû. Şanlıurfa bajarekî turîzm, dîrok û çandê ye. Dema mirov dibêje Şanlıurfa tu kêmasî nayê hişê mirov."

Beyazgul destnîşan kir ku turîstekî ku tê bajêr dikar e hemû xweşikahiyan li Şanlıurfayê bibîne û dê bi kêfxweşî ji bajêr veqete û bal kişand ku Şanlıurfa ji hêla xwarinên xwe yên bitehm va jî di gastronomiyê da jî xwedî îdia ye.

- "Eleqeya ji bo Girê Mirazan û turîzma pifikan dê zêde be"

Midûrê Çand û Turîzmê yê Bajêr ê Şanlıurfayê Aydin Aslan jî got ku bi zêdebûna rengdariya turîzmê eleqeya ji bo bajêr jî zêde dibe.

Aslan behs kir ku fikra bi pifikê firîna li ser Girê Mirazan ra kelecaniyê dide mirovan û got ku bi qasî pêş dibînin dê eleqeya ji bo turîzma pifikê ya Girê Mirazan zêde be û ev jî dê tesîreke erênî li ser jimara turîstên tên bajêr bike.

Aslan diyar kir ku turîzma pifikê dê piştgirî bide îstixdam û aboriya herêmê jî.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE