Şanoya dewletê ya Diyarbekirê, li Cizîra Şirnexê bû. Şanogeran ji bo ciziriyan lîstika mem û zînê ya ehmedê xanî lîst.
Piştî pêkanîna hizûr û aramiya herêmê, çalakiyên ji bo çand û hunerê jî zêde bûn.
Lîstikvanên Şanoya Dewletê ya Diyarbekirê, ji bo Fertîvala Nergisan çûn Cizîra Botan.
Qeymeqam û Cîgirşaredarê Cizreyê Faik Arican: em pir kêfxweş in ku Mem û Zîna Ehmedê Xanî, li vê derê, li cihê çîroka wê hatiye lîstin. Îro roja dawî ya Festîvala Nergizan e û me festîval bi vê lîstikê qedand.
Eleqeya Cizîriyan bo lîstikê gelek zêde bû û salona ku tiyatro lê hat lîstin heta dev tîjî bû.
Şanogeran Lîstika Mem û Zînê ya Ehmedê Xanî bi reqs, stran û mûzîkan lîst.