Şaredariya Sêrtê zarokan jî jİ bîr nake. Ji bo zarok kêfxweş bibin qehremanên xêzefilma “xeyalên Elîfê” a TRT zarokê, anî bajêr. Hezar û 500 zarok tev li organîzasyonê bûn û bi şanoyê kêf kirin.
“Xeyalên Elîfê” ne tenê xêzefilmek e her wiha behsa tenduristî û perwerdeya zarokan jî dike.
Zarok pê hînî feydeyên fêkî û sebzeyan jî dibin.
Xêzefilma TRT Zarokê bala zarokan gelek dîkşîne.
Şaredariya Sêrtê jî ji bo kêfa zarokan were, qehremanên xêzefilmê anîn bajêr.
Nêzî hezar û 500 zarokî li salona Zanîngeha Sêrtê hatin cem hev û bi hev re li şanoya qehremanan temaşe kir.