Şaredarî bi muzîkê pêşwaziya turîstan dike

Şaredariya Mêrdînê turîstên ku tên Mêrdînê bi muzikê pêşwazî dike...

Şaredarî bi muzîkê pêşwaziya turîstan dike

Em ê niha jî berê xwe bidin bajarê qedîm Mêrdîna ku bİ çanda xwe ya rengîn û cihên xwe yên dîrokî navdar e. Çand û dîroka Mêrdînê bala turîstan jî dikşîne û her sal gelek turîst tên bajêr. Serokatiya karên cıvakî û turîzmê ya Şaredariya Mêrdînê ji bo wan turîstan xizmetên cuda dike. Niha turîstên ku tên Mêrdînê bi muzîkê tên pêşwazîkirin.

Mêrdîn bi mizgeft, dêr û qesrên xwe yên dîrokî û çanda xwe ya rengîn cihek ji cihên herî girîng ên turîzma welêt e.

Dema bajarek evqas xweş be jî bala turîstan pir dikşîne. Her sal bi sedhezaran turîst tên û li bajêr digerin.

Serokatiya Karên Civakî û Turîzmê ya Şaredariya Mêrdînê jî ji bo mêvanperweriya xwe nîşan bide wan turîstan bi fasilên muzîkê pêşwazî dike.

Her heftê rojên sept û ladê, di navbera 16 û 18an de ji bo turîstan fasilên mûzîkê tên organîzekirin.

Dîroka nûkirinê: 18 îlon 2018, 14:19
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE