Şaredariya Mêrdînê kafeyeke çandê vekir

Cîgirşaredarê Mêrdînê ji bo gel û tûrîstan kafeyeke kulturî vekir.

Şaredariya Mêrdînê kafeyeke çandê vekir

Ji roja ku wezareta karên navxweyî ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê qeyûm wezîfedar kir bi vir ve, xizmetên li nav bajêr gelekî zêde bûn. Herî dawî Şaredariya Bajarê Mezin li kûçeya tarîxî,ji bo welatî û turîstan kafeyeke çandê vekir...

Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê xizmetên xwe yên ji bo gel bê navber didomîne.

Herî dawî Cîgirşaredarê Bajarê Mezin kuçeyên dîrokî restore kirin û di kuçeyekê de kafeyeke çandê vekir. Li aliyekî welatî wêneyên xwe dikişînin, li aliyê din jî bûk û zave digerin.

Welatiyên Mêrdînî jî van xebatan gelek kêfxweş in.

Her wiha li vê kuçeya dîrokî stranên Kurmancî jî qet kêm nabin.

Dîroka nûkirinê: 10 îlon 2018, 14:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE