Serkeftina Muzeya Wanê

Muzeya Urartuyan di Pêşbaziya Muzeyan a Ewropayê de derket fînalê.

Serkeftina Muzeya Wanê

Muzeya Urartuyan a Wanê di Pêşbaziya Muzeyan a Ewropayê de derket fînalê. Li seranserê Ewropayê 59 muze beşdarî pêşbaziyê bûn. Lê Muzeya Wanê, bi dewlemendiya xwe gelek muzeyên bi nav û deng li dû xwe hiştin û bû fînalîst. Tê ragihandin, encama pêşbaziyê wê di gulana 2022yan de diyar bibe.

Muzeya Urartuyan a Wanê di Pêşbaziya Muzeyan a Ewropayê de derket fînalê.

Muzeya Wanê di warê berhemên dewra Urartuyan de, wek muzeya herî mezin a Ewropayê tê qebûlkirin,

Lewra di muzeyê de 42 hezar berhem hene û ji wan jî tenê 2 hezar û 600 berhem tên nîşandan.

Muzeya ku di 31ê Gulana îsal de serî li pêşbaziyê da, piştî lêkolînên teknîkî gelek muzeyên Ewropayê li dû xwe hiştin û bû fînalîst.

Midûrê Mûzeya Wanê Erol Uslu got, ‘’Dema ku me ev pêşbirk bihîst ji bo Muzeya Wanê me serdana xwe kir, ji ber ku me bawer dikir ku Mûzeya Wanê baş e me serî lê da û pişt re me bihîst Mûzeya Wanê ji bo fînalê maye. Ev fînal bi xwe serkeftinek e, ji bo danasîna mûzeyê jî ev tiştekî baş e, êdî hemu dinya wê nas bike.’’

Tê ragihandin encama pêşbaziyê wê di di Gulana 2022yan de diyar bibe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE