Di salên 1968-1974an da li Çemîşgezeka navçeya Tunceliyê di vekolanên arkeolojîk da 20 sertîrên ji obdîsiyen, hestî û hesin hatine çêkirin hatibûn dîtin. Sertîr dîroka 5 hezar salî ronî dikin.
Li muzeya bajêr a ji 4 blok û 5 hezar û 800 qeremêtro erdî pêk tê gelek amûrên dîrokî û çandî hene. Li muzeyê beşên Elewîtî, arkeolojî, pirtûkxane û etnografyayê ji ziyaretvanan eleqeyeke mezin dibînin.
Dîsa li muzeyê tengaya 800 berhemên dîrokî û çandî hene.
Di nav koleksiyonên li muzeyê da sertîrên di vekolanên salên 1968-1974an da li Çemîşgezekê hatibûn dîtin jî hene û sertîr dîroka 5 hezar salî ronî dikin.
Sertîrên di vekolanên Bendava Kebanê da hatibûn xilaskirin û li Muzeya Elezîzê dihatin pêşandan paşê anîn Muzeya Tunceliyê bi taybetiyên xwe va ji bo Serdemên Hesin û Tuncê gelek agahiyan didin.
Merivên wê çaxê ji bo nêçîra heywanan sertîr bi kar anîne.
Ozgur Şahînê arkeologê Muzeya tunceliyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di salên 1968-1974an da li Wargeha Pulur Sakyolê vekolanên xilaskirinê hatibûn kirin.
Şahîn diyar kir ku bermayî û berhemên hatin dîtin ji bo dîroka çanda herêmê gelekî girîng in û wiha pê da çû: "Hetanî demeke nêz li bajarê me muze tunebû ji ber vê jî berhem li muzeyên bajarên dorberê dihatin parastin û pêşandan. Lêbelê di sala 2020î da Muzeya Tunceliyê bi fermî hat vekirin û berhemên biribûn bajarên din paşda anîn vê derê û niha tên rayêdan."
- Sertîrên 5 hezar salî eleqeyê dibînin
Şagîn diyar kir ku bi lêgerînên li erazî yên sala 2021ê pê va 200 berhemên din jî hildan parastinê û wiha axivî: "Sertîrên li muzeya me yên di vekolanên Wargeha Pulur Sakyolê da hatibûn dîtin ji ziyaretvanan eleqeyeke mezin dibînin."
Şahîn got sertîrên 5 hezar salî ji bo heyamê agahiyên gelekî baş didin, wê heyamê ji bo nêçîra heywanan hatine bikaranîn û ji hacetên girîng ên heyamê ne.
Şahîn destnîşan kir ku sertîr li gor heyam, şikl û amûrên jê hatine çêkirin cuda ne û wiha got: "Sertîrên li muzeya me ji hêla xwarin, xurekê merivên wê heyamê agahiyên girîng didin me."
AA