Li herêma Mûşê êdî koçer ji bo heywanên xwe derdikevin zozanan. Ji bona vê jî esnafên bajêr dibêjin ku sezona zîn û palanan dest pê kir. Ji ber ku koçer ji bo heywanên xwe yên bar gelek zîn û palanan dikirin.
Hin kes dibêjin seracî, hin dibêjin zînkarî, hin jî dibêjin karê palanan.
Li herêma Mûşê êdî koçer ji bo heywanên xwe derdikevin zozanan.
Ji bo vê jî bazara zîn û palanên heywanan germ bû.
Serac ji zînan heta amûrên şivanan, ji tiştên malê heta palanan gelek tiştan çêdikin û difiroşin.
Zînkar dibêjin ku hin zîn heta 2 hezar lîreyî tên firotin.