Şaredariya Midyada Mêrdînê şikeftên binê erdê yên li navenda bajêr restore dike. Piştî xebatên restorasyonê wê hemû şikeft ji bo turîzmê werin vekirin.
Şikeftên binê erde yên li Midyadê ji bo turîzmê tên vekirin.
Şaredariya Midyada Mêrdînê, ji bo geşkirina turîzma bajêr dest bi restorasyona şikeftên binê erde kir.
Şikefta Xana Estelê ku restorasyona wê qediyabû ji bo dîtin û gera turist û mêvanan hat vekirin.
Tê ragihandin, şikeftên din jî wê di demeke kurt de werin restorekirin.