Di sala 1960î de Sîlopiya Şirnexê bûbû navçe. Bi minasebeta 59mîn salvegera navçeyê, saziyên sivîl çalakiyek li dar xist. Bi fealiyetên cuda danasîna çanda navçeyê jî hat kirin.
Govend gerandin, stran gotin û bi slaytan wêneyên navçeyê hatin nîşandan…
59mîn salvegera îlankirina navçeya Silopiyê hat pîrozkirin.
Ji bo Silopiya ku di sala 1960î de wek navçe hat qebûlkirin, saziyên sivîl bernameyeke danasînê li dar xist.
Rayedar, giregir û rûspiyên navçeyê beşdarî çalakiyê bûn.
Her wiha di bernameyê de plaket hat dayîn wan kesên ku xêra wan gihîştiye Silopiyê.