Îskeletê bêserî yê 2 hezar û 700 salî tê lêkolînkirin

Îskeletê bêserî yê jinekê yê 2 hezar û 700 salî ku di kolana li girê li bakurê Keleha Wanê ya bi destûra Wezareta Çand û Turîzmê da hat derxistin, ji aliyê antropolagan tê lêkolînkirin

Îskeletê bêserî yê 2 hezar û 700 salî tê lêkolînkirin

Di kolana ku li girê li bakurê Keleha Wanê bi destûra Wezareta Çand û Turîzmê tê kirin da îskeletekê bêserî yê jinekê yê 2 hezar û 700 salî hat dîtin.

Xebatên kolanê ku bi serokatiya Midûrê Navenda Dîrok û Arkeolojiya Herêma Wanê ya Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngega Stenbolê Doç. Dr. Erkan Konyar û beşdariya ekîbeke 50 kesî ku ji arkeoloj û zanyarên ji 10 zanîngehan pêk tê, berdewam in.

Di çarçoveya xebatan da lêkolînên zanistî yên li ser dîrok, çand û awayê jiyana Urartuyan jî tên kirin.

Herwiha di vê çarçoveyê da li girê dîrokî ku ji devereke mezin a şêniyên dewra Urartuyan e, di kolanê da îskeletê jinekê ku tê texmînkirin dîroka wê diçe 2 hezar û 700 sal berî îro, hat dîtin.

Îskeletê ku serê wê tune û di şiklê hoker (lingê wê ber bi zikê wê tewiyayî û li ser kêlekê ye) da ye, ji aliyê zanyariyên di ekîba kolanê da tê lêkolînkirin.

Doç. Dr. Konyar di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku wan di xebatên kolanê da tesbît kir, Urartuyên di demên dawîn da girê dîrokî wekî nekropol (goristan) emilandine.

Konyar herwiha bal kişand ku di nava şêniyan da hebûna nekropolekî ne tiştekî asayî ye û wiha dewam kir, "Dema mirov mêze dike, mirov dibîne ku Urartuyan nekropol dûrî şêniyan çêkirine. Ji ber vê çendê jî xebata ku li Wanê tê kirin, gelekî girîng e."

Konyar herwiha destnîşan kir ku wan li girê dîrokî, îskeletê jinekê ku serê wê tuneye derxist û wiha dewam kir, "Kevneşopiyeke Urartuyan heye ku girîngiyeke cuda didin serî û wî dibin datînin ciyekî din. Me çend sal berê di kolanên li deverên din da ev yek tesbît kiribû. Ev têkildarê çanda bav û kalan e, wate tiştekî însanî ye. Tişta ku herî zêde di hişê însanan da dimîne, sûretê mirov e, wan jî xwestiye vê yekê cuda binirxînin."

- "Li girên dîrokî hebûna tiştekî wiha ne asayî ye"

Konyar destnîşan kir ku berî niha ew li nekropolan rastî delîl û bermayên bi vî rengî hatin, lêbelê li girên dîrokî hebûna tiştekî wiha ne asayî ye û wiha dewam kir:

"Antropolog wê yekê lêkolîn dikin ka serî bi zanetî hatiye jêkirin an piştî ku rizyaye, cuda bûye. Lewra li girên dîrokî hebûna tiştekî wiha ne asayî ye. Tunebûna serê wê tiştekî cuda ye, ji ber ku hestî hemû saxlem in. Ev yek der heqê şiklê mirina wê da jî agahiyê dide mirov. Dibe ku di şerekî da jî miribe. Lêkolîna wê yekê dê bi xebata antropolojîk va were destnîşankirin."

AA

Dîroka nûkirinê: 28 Tîrmeh 2019, 18:29
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE