Îskeletê hezar û 500 salî

Li Adıyamanê li bajarê Perreya Antîk goreke nû hat dîtin.

Îskeletê hezar û 500 salî

Li bajarê antîk ê Perreyê ku li Adıyamanê ye di dema kolînan de goreke nû hat kifşkirin. Di nav gorê de jî îskeletekî yekpare yê hezar û 500 salî hat dîtin. Her wiha li cem îskelet bermayiyên xwarina ji bo miriyan jî hat dîtin.

Li Adıyamanê li bajarê Perreya kevnare dîtina goreke nû bû sedema kelecaneke mezin.

Di nav gorê de îskeletekî yekpare û saxlem hat dîtin.

Tê texmînkirin îskelet hezar û 500 salî ye.

Wekî din li cem îskelet tasek û bermayiyên goştê mirîşkan hat dîtin.

Arkeolog dibêjin wê demê ji bo miriyan xwarin dihat pêşkêşkirin û ew bermayî jî ji wê ne.

Li bajêr ji sala 2009an û vir ve heta niha kolîna erdê tê kirin.

Di encama kolanan de bermayiyên pêlekaneke 160 mîtroyî jî hatibû dîtin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE