Sînemaya Kurdî û fılmên serkeftî

Kurtefîlma "Şîn" li Ewropayê bû yekem

Sînemaya Kurdî û fılmên serkeftî

Filmê bi navê “Askida Ödev” ê Halil Aygün xelat girt

Sînemagerên kurd di van salên dawî de filmên baş û serkeftî çêdikin. Derhênerê Diyarbekirî Mehmed Îsmaîl Çeçen jî, di pêşbaziya kurtefîlman a yekîtiya ewropayê de xelata yekemîniyê girt. Xebatkarê TRT Kurdîyê Xelîl Aygun jî di pêşbaziya şaredariya Ipekyolê de xelat sitend.

Yekîtiya Ewropayê ji bo Mafên Mirovan ev 10 sal in pêşbaziya Kurtefîlman lidardixe.

Derhenêrê Diyarbekirî Mehmed Îsmaîl Çeçen kurtefîlma bi navê “Şîn” ji wê pêşbaziyê xelata yekemîniyê bi dest xist.

Fîlmê “şîn” behsa piştî heyama sazkirina Bendava Ilisûyê dike.

Bav li kurên xwe wesiyet dikin ku gund di bin avê de jî bimînin bila gorên wan ji gund neyên barkirin.

Di fîlmê de 3 nifş hem di nav hev de, hem ji hev dûr tên teswîrkirin. Wesiyeta bapîr, nayê cîbicîkirin û gora wî tê barkirin.

Ev çîroka ku îlhama xwe ji rastiyê digre bala dinyayê kişand û Îsmaîl Çeçen xelata yekemîniyê qezenc kir.

Çeçen: “Bavek ji kurê xwe re wesiyet dike ku wî li gund veşêrin û gora wî ranekin. Lê kurê wî di navbera wijdana xwe û wesiyetê de dimîne. Dilê wî ranagire ku gora bavê xwe di bin avê de bihêle. Piştî mirina bavê xwe careke din termê wî dibîne. Careke din şînê dijî.”

90 Kurtefîlm di pêşbaziyê de cih girtin. Hemû jî derbarê mafên mirovan de bûn û behsa mexduriyetê dikirin.

“Me çîrokeke rast adapteyî sînemayê kir. Di vê çîrokê de însan hebû. Dema ku fîlmê me derbasî qonaxa fînalê bû baweriya me xurttir bû ku em ê xelatê bi dest bixin. Di encamê de jî wisa çêbû. Em keyfxweş in ku serkeftinek wisa me bi dest xist. Ev diyarî ji bo me pir bi qîmet e.”

Şaredariya Îpekyola Wanê jî ji bo balê bikşîne ser şewba koronayê pêşbaziya Kurtefîlman li dar xist.

Xebatkarê TRT Kurdî Halîl Aygun bi fîlmê xwe yê ‘Askida Ödev’ xelata yekemîniyê girt.

Fîlm li gundekî Nisêbînê hatiye kişandin û di rojên koronayê behsa mamosteyekî bixîret dike.

Li gund înternet nakşîne û mamoste Sînan jî sparteka xwendekaran bi metodeke cûda digihîne wan.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE