Şopên şewatê yên li Girê Amîdayê dê li TUBÎTAKê bên analîzkirin

Şopên şewatê yên li Girê Amîdayê dê li TUBÎTAKê bên analîzkirin

Di kolanên arkeolojîk ên li Girê Amîdayê da yê ku 9 hezar salî ye û wekî "dilê Diyarbekirê" tê tewsîfkirin, di 3 tebeqeyên cuda da şopên şewatê hatin tesbîtkirin.

Li Girê Amîdayê ku ji gelek şaristaniyên wekî Hurî-Mîtanî, Urartu, Asûr, Med, Pers, Qraltiya Tîgranê Mezin, Roma, Sasanî, Bîzans, Emewî, Ebasî, Merwanî, Selçûqî, Artûqî, Ebûyî, Aqqoyûn, Safewî û Osmaniyan ra bûye dergûş, xebatên kolana şûnwarên dîrokî yên ku ji hêla Wezareta Çand û Turîzmê bi serokatiya Endamê Hîndekariyê yê Fakulteya Perwerdeyê ya Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Îrfan Yildiz hatibûn destpêkirin, berdewam in.

Di kolana li pêşa gir da di 3 tebeqeyên cuda da şopa şewatê hat tesbîtkirin.

- "Tebeqeyên şewatê di dîroka navbera salên 6500 û 5500 ên berî mîladê da ne"

Serokê Heyeta Kolanê Prof. Dr. Îrfan Yildiz ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, îsal xebatên kolanê bi giştî li ciyê ku dikeve navbera gir û sûran didomin.

Yildiz diyar kir, di xebatên li pêşa gir da wan du cih vekirin ku tesbît bikin, ka li vir tebeqeyeke çandê heye an na. Yildiz got, van di van herdu ciyan da nexasim tebeqeyeke xurt a şewatê tesbît kir.

Yildiz baş kişand ku heta niha di 3 tebeqeyên cuda da şopên şewatê derketin û wiha dewam kir, "Em dibînin di van tebeqeyên ji serdema Neolîtîka Dereng û Kalkolîtîkê da bajar 3 caran şewitiye. Ev tebeqeyên şewatê di dîroka navbera salên 6500 û 5500 ên berî mîladê da ne. Bi qasî 8 hezar û 500 û her wiha 7 hezar û 500 sal berî roja me. Ji bo van tebeqeyan em niha dîrokeke texmînî didin."

- TUBÎTAK dê analîz bike

Yildiz diyar kir, ji tebeqeyên tesbîtkirî, nimûme hatin wergirtin û wiha dewam kir:

"Ji bo analîza karbonê, nimûne dê ji TUBÎTAKê ra bên şandin. Piştî analîza TUBÎTAKê, ew yek dê zelal bibe ku wê demê bajar di kîjan dîrokê da şewitiye. Îhtimal e, dijminên hewl dan bajar bi dest bixin, piştî ku kontrol kirin jî bajar şewitandine. Em vê yekê di gelek serdemên dîrokê da dibînin."


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE