Şêraniya qedayifa birandî ya Erzincanê hat tescîlkirin

Şêraniya qedayifa birandî ya Erzincanê hat tescîlkirin

Qedayifa birandî ku yek ji lezzetên herêmî yên Erzincanê ye, bi hewlên Walîtiyê belgeya îşareta cografî sitend.

Li gorî daxuyaniya Walîtiyê qedayifa birandî ya Erzincanê kuji bo wê serlêdana belgeya îşareta cografî hat kirin, ji aliyê Saziya Patent û Markayê ya Tirkî (TURKPATENT) ve hat tescîlkirin.

Walî Mehmet Makasê ku di daxuyaniyê de cih ji bo gotinên wî hat dayin ji bo hemî aliyên ku keda wan di tescîlkirina qedayifa birandî ya Erzincanê de derbas bû spas kir.

Fatma Balliya xwediya îmalatxaneyeke ku ji sala 2006an ve li bajêr îmalata qedayifa birandî û cure şêraniyên din dike ji bo nûçegihanê AAyê anî ziman ku maweyeke dirêj e îmalata qedayifa birandî ya Erzincanê dikin.

Balliyê anî ziman ku li bajêr cureyên xwarinan gelek in, lê cureyên şêraniyê kêm in û anî ziman ku tescîla qedayifa birandî ya Erzincanê dê ji bo bajêr gelekî baş be.

Balliyê wiha got, "Ev nêzîka 90 salî ye ku li vî bajarî qedayifa birandî lezzeteke herêmî ye. Dîroka vê şêraniyê digihije salên 1930î. Walîtiya Erzincanê û Rêveberriya Çand û Geştiyariyê maweyeke dirêj e hewla sitendina îşareta cografî didan. Em kêfxweş in. Ji bo bajarê me ser xêrê be."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE