Stranên xwe ji bo zarokan dibêjin

Ji bo alîkarî bidomin komeleyek jî ava kirin

Stranên xwe ji bo zarokan dibêjin

Komeke ciwan, ji bo zarokên hewcedar li kuçe û kolanan stranan dibêjin. Bi pereyên ku heta niha qezenc kirine, komeleyek jî vekirine.

Bajar bi bajar digere, li kuçe û kolanan stranan dibêje…

Îbrahîm Yalçinê 27 salî ewilî li Enqerê li kolanan dest bi muzîkê kiriye.

Lê rojekê qirar daye, dev ji her tiştî berdaye û ligel erbaneya xwe bi rê ketiye.

Îbrahîm niha li bajarên ku diçê, stranên xwe ji bo zarokan dibêje û pereyên ku ji vir qezenc dike jî dîsa ji bo zarokên hewcedar xerc dike.

Ji xeynî wî, gelek hevalên wî yên din jî li 40 bajaran piştgiriyê didin vê projeyê.

Ciwanên dilbirehm ji bo ku bigihêjin hemû zarokan li benda piştgiriyê ne.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE