Suryaniyên li Diyarbekirê Cejna Paskalyayê pîroz kirin

Suryaniyên ku li Diyarbekirê dijîn, Cejna Paskalyayê pîroz kir

Suryaniyên li Diyarbekirê Cejna Paskalyayê pîroz kirin

Suryaniyên ku li Diyarbekirê dijîn, Cejna Paskalyapîroz kir.

Ji bo Cejna Paskalyayê li Dêra Dayîka Meryemê ya dîrokî ayîn hat lidarxistin û Suryaniyan di ayînê da mûm pê xistin û dia kirin.

Papaz Yusuf Akbulut ayîn bi rê va bir, koroya ku ji keçikan pêk hat, bi Suryanîkî îlahî gotin. Hin beşên Încîlê jî hatin xwendin û ayînê nêzî 3 saetan dewam kir, Akbulut bi Tirkî wez dan.

Akbulut diyar kir ku wan piştî 50 roj rojiya ku girt, Cejna Paskalyayê pîroz dikin û wihan dewam kir, "Ez hêvî dikim ev cejin li hemû dinyayê bibe wesîleya biratî, hizûr û aştiyê."

Paşê ji kesên ku beşdarî ayînê bûn ra hêk û kade hat îkramkirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 30 Nîsan 2019, 10:06
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE