Sêwirana Mêrdîniyan bû 3.

Nexşê hunermendên telkariyê di pêşbaziya Ewropayê de bi ser ket.

Sêwirana Mêrdîniyan bû 3.

Li Mêrdînê hunermendên telkariyê cur bi cur nexşan çêdikin. Bi meslekê têlkariyê yê 3 hezar salî ketin pêşbaziya Ewropayê û bûn 3yemîn. Hunermendên telkariyê bi nexşên mizgeft û dêran ên dîrokî berhemên xwe dinexşînin.

Li Mêrdînê nexşên mizgeft û dêrên Misilman û Suryaniyan yek bi yek qeyd dikin û bi van nexşan berhemên telkariyê dinexşînin.

Hunermendên telkariyê yên Mêrdînê cur bi cur berhemên telkariyê disêwirînin.

Telkarî karekî hessas e û hostetî hewce ye.

Yên ku vî karî dikin di zarokatiya xwe de hînî kar dibin.

Van rojan berhemên telkariyê ketin pêşbaziya Ewropayê.

Nexşa hosteyên telkariyê ewilî li ser pûlên PTT'ê cih girt, dû re ket pêşbaziya Yekîtiya Posteyên Behra Spî û bi ser ket.

Di nav dewletên li ber Behra Spî de, sêwirana Mêrdîniyan a telkariyê bû 3yemîn.

Karê telkariyê xwedî dîrokeke 3 hezar salî ye.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE