Zanîngeha Yüzüncü Yilê û Midûriyeta Çand û Tûrîzmê ya Wanê ji bo taştêya Wanê bikeve Lîsteya Mîratan a UNESCO’yê serî li Wezareta Çand û Tûrîzmê da. Heke ev kultur bikeve Lîsteya UNESCO’yê dê ji bo danasîna bajêr zahf baş be.
Penîrê sîrikî, rûnê malê, mirtoxe û hingivê xwezayî yên Wanê navdar in.
Her wiha çanda taştêya ku bi van tê amadekirin jî bala mirovan gelekî dikişîne.
Zanîngeha Yûzûncû Yilê û Midûriyeta Çand û Tûrîzmê ya Wanê ji bo vê çandê hewl didin.
Wan ji bo ku taştiya Wanê bikeve Lîsteya Mîrateyên Çanda Mirovahiyê ya UNESCOyê serî li Wezareta Çand û Tûrzîmê da.
Rektorê Zanîngeha Yûzûncû Yilê Profesor Dixtor Hamdullah Şevli got, ”Me serlêdan kir.”
Di sala 2014an de li Wanê, bi 51 hezar û 793 kesan rekora taştêya herî mezin a cihanê hat bidestxistin.