"Tepsî Minare"ya 844 salî tê restorekirin

Li Erziromê birca saetê ya 844 salî ku wekî "Tepsî Minare" tê zanîn û ji heyama Saltûqiyan maye beriya restorasyonê ji ber derzên diwar bi cîhazên sîsmîk tê kontrolkirin.

"Tepsî Minare"ya 844 salî tê restorekirin

Li Erziromê birca saetê ya 844 salî ku wekî "Tepsî Minare" tê zanîn û ji heyama Saltûqiyan maye beriya restorasyonê ji ber derzên diwar bi cîhazên sîsmîk tê kontrolkirin.

Di çarçoveya xebatên restorasyonê yên bi tevkariya Îdareya Pêşketina Herêmê ya Projeya Rojhilatê Anadoluyê (DAP) tên kirin da biryar hat dayîn ku birca saetê ya li Kelha Erziromê ya Dîrokî were restorekirin.

Beriya restorekirina birca saetê ya ku di heyama Emir Mizefer Xaziyê hikûmdarê Saltûqiyan da di sala 1174an da wekî minareya Mizgefta Kelha Hundir hatibû çêkirin ji bo were fehmkirin ku gelo diwar ji ber erdhejê derizî ye an ji ber awayê dîwardanînê bi cîhazên teknolojîk va birc tê kontrolkirin.

Di çarçoveya projeya bi destê Midûriyeta Rolove û Abîdeyan hat amadekirin da cîhaz di hin ciyên bircê da hatin bicîkirin û hildan teqîbatê.

Cîhazên sîsmîk 24 saetan dixebitin û daneyan qeyd dikin. Ev 9 meh e 3 mehan carê li gor daneyên cîhazan rapor tên amadekirin.

Li gor van raporan bircê saetê ew ê li gor eslê xwe were restorekirin.

Midûrê Çand û Turîzmê yê Erziromê Cemal Almaz daxuyanîda nûçegihanê AAyê û diyar kir ku xebatên restorasyona Kelha Erziromê sala par bi tevkariya Îdareya Pêşketina Herêmê ya DAPê dan destpêkirin û wiha axivî: "Hin ciyên birca saetê ya minareya wekî tepsiyê derizî ne û hê nayê zanîn ku sedema derizan çi ye."

Almaz got dixebitin ku sedema deriz û qelîştekên dîwaran bibînin û wiha pê da çû: "Ji bo sedema deriza dîwaran bibînin me ji Ewropayê cîhazên teknolojiya dawîn anîn û di bircê da bi cî kirin. 9 meh e em guhdarî dikin, 3 mehan carê raporê dinivîsînin. Me hetanî nika 3 rapor nivîsîn. Di 3 raporan da jî pirsgirêk derneket. Heke di rapora 4an da jî pirsgirêk dernekeve, yanê bi tenê suwaxa dîwaran derizî be em ê dest bi restorasyonê bikin. Rstorasyona kelhayê jî ew ê hetanî dawiya salê were temamkirin."

- Kelha Saetê

Birca saetê ya ku di heyama Emir Mizefer Xaziyê hikûmdarê Saltûqiyan da di sala 1174an da wekî minareya Mizgefta Kelha Hundir hatibû çêkirin berê wekî birca çavderiyê dihat bikaranîn.

Bilindahiya Tepsî Minareyê 21 mêtre ye û saet paşê tê çêkirin û li ser bircê tê bicîkirin. Tarîxa saetê tam nayê zanîn lêbelê tê texmînkirin ku beriya sala 1843yan hatiye bicîkirin.

 


AA

Dîroka nûkirinê: 08 Tebax 2018, 14:33
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE