Şaredariya Entabê li Navenda Hevdîtina Nexweşên Alzaymirê bi muzîkê nexweşan tedawî dike. Nexweşên li navendê bi hev re dahol, arbane û darbukayê lêxistin û bi hev re stran strîn.
Li Entabê ji bo nexweşên alzaymirê Navenda Hevdîtina Nexweşên Alzaymirê hatiye vekirin.
Şaredariya Entabê di çarçoveya Bernameya Piştgiriya ji bo Extiyaran de li navendê projeyek da destpêkirin.
Di çarçoveya projeyê de nexweş û xizmên wan him alavên muzîkê lê dixin him jî stranan dibêjin.
100 nexweşên li navendê bi hev re li dahol, arbane û darbukayê xistin û kilam û stran gotin.
Xizmetên Şaredariya Bajarê Mezin a Entabê yên ji bo welatiyan wê dewam bike.