Tirkiyeyê îsal çend biyanî kirin mêvan?

Di nav 8 mehên îsal da 31 milyon û hezar û 394 biyaniyan Tirkiye ziyaret kir û ev jimar li gor heman mehên par ji sedî 14,72 zêde bû

Tirkiyeyê îsal çend biyanî kirin mêvan?

Di nav 8 mehên îsal da 31 milyon û hezar û 394 biyaniyan Tirkiye ziyaret kir û ev jimar li gor heman mehên par ji sedî 14,72 zêde bû.

Wezareta Çand û Turîzmê îstatîstîkên ketin û derketina sînoran weşand û li gor îstatîstîkan di meha tebaxê da 6 milyo û 307 hezar û 508 biyaniyan Tirkiye ziyaret kir û ev reqam li gor heman meha par ji sedî 17,17 zêde bû.

Herî zêdê ji Federasyona Rûsyayê, paşê bi rêzê va turîstên Almanya û Îngiltereyê hatin ziyaretê. Dû Îngiltereyê ra Îran û Bulgaristan tê.

Li Tirkiyeyê herî zêde ji rêzê va Antalya, Stenbol, Mugla hat ziyaretkirin.

Li gor daneyên Rêxistina Turîzmê ya Dinyayê, Tirkiye di jimara turîstan da li dinyayê 6mîn, di dahata turîzmê da di rêza 14emîn da ye.

Dîroka nûkirinê: 03 Cotmeh 2019, 12:02
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE