Tirkên Qirxiz ên li Wanê ji bo domandina werzişa "kokboru" ya 5 hezar salî hewl didin

Tirkên Qirxiz ên li Wanê ji bo domandina werzişa "kokboru" ya 5 hezar salî hewl didin

Tirkên Qirxiz ên ku li Ercîşa navçeya Wanê dijîn tîma "kokboru" ava kirin û dixwazin vê werzişa ji bav û kalan bigihijînin nifşên nû.

Qirxizên ji Zozanê Pamîra Efxanistanê ku salên berê koç kiribûn û hatibûn li Taxa Ulupamîrê bi cî bûbûn ji aliyekî va jî dixwazin ku çand û hûnera ji bav û kalan ji wan ra maye bidomînin.

Wan Kluba Sporê ya Kokburiyê ava kir û hewl didin vê werzişa kevneşopî bidomînin.

Şêniyên taxê yên Qirxiz mêvanên ku tên bi lîstika kokboruyê (li ser pişta hespê berx girtin) pêşwazî dikin. Tirkên Qirxiz di heman demê da tevlî gelek organîzasyonên navneteweyî jî dibin û nûnertiya welêt dikin.

Li qada ku ji bo spora kokboruyê hatiye cihêkirin ciwanên li ser pişta hispê ne hewl didin ku eyarê berxê li erdê helînin û ji bo vê têdikoşin.

Alîkarê Serokê Kûluba Sporê ya Kokboruyê Mustafa Tîmur daxuyanî da û got ku ew ji bo domandina spora bav û kalan a ku 5 hezar sale li pê ye bidomînin gelek hewl didin û wiha domand: "Em dixwazin zarokên me jî vê werzişê hîn bibin û bigihijînin nifşên nû. Di rojên me yên taybet da jî ev pêşbazî tê kirin û ciwanên me merîfetên xwe nîşan didin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE