Tolyeya çêkirina maketên keştiyê

Hosta maketên keştiya Nuh Pêxember çêdikin

Tolyeya çêkirina maketên keştiyê

Şirnexî dixwazin keştiya nûh ji xwe re bikin wek nîşaneyeke bajêr. Li navenda perwerdeya gel a Sîlopiyê jî kursa çêkirina maketên keştiyê hat vekirin.

Li Sîlopiyê ne behr heye ne jî behrevanî.

Lê ji bo Keştiya Nûh Aleyselam wek nîşaneyeke Şirnexê tê qebûlkirin, li bajêr kursa çêkirina maketên keştiyê hat vekirin.

Di kursa li Navenda Perwedeya Gel de gelek cureyên keştiyan wek maket tên çêkirin.

Mamosteyê maketçêkirinê dibêje: “Em dixwazin bi maketên keştiyê zêdetir danasîna Şirnexê bikin.”

Her wiha li atolyeyê ji bo TRT Kurdiyê jî çend makêt hatin çêkirin.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE