Tûrîst wê ji balona hewayê va li Rûmqeleyê mêze bikin

Şaredara Bajarê Mezin a Gazîentabê Fatma Şahîn: "Em dixwazin ku bila ew tûrîstên tên Gazîentabê ji hewayê va him Rûmqeleyê û him jî li Feratê mêze bikin. Li vê derê erdnigarî, çand û xweşiyeke bêhempa heye."

Tûrîst wê ji balona hewayê va li Rûmqeleyê mêze bikin

Şaredara Bajarê Mezin a Gazîentabê Fatma Şahînê bal kişand ser herêma Kapadokyayê û got ku ew der herî zêde bi saya tûrîzma balonê va derdikeve pêş û wiha pê da çû: "Em dixwazin ku bila ew tûrîstên tên Gazîentabê ji hewayê va him Rûmqeleyê û him jî li Feratê mêze bikin. Li vê derê erdnigarî, çand û xweşiyeke bêhempa heye."

Şaredariya Bajarê Mezin a Gazîentabê daxuyaniyeke nivîskî weşand û hat ragihandin ku li Goremeya bajaroka Nevşehîrê merasimeke "Rojên Nasandina Gazîentabê" hat organîzekirin.

Hat gotin ku merasim bi hevkariya Şaredariya Goremeyê va hat kirin û bi protokola Gazîentab û Nevşehîrê va vexwendî hatin bal hev.

Şahîn a Şaredara Bajarê Mezin a Gazîentabê bal kişand ser herêma Kapadokyayê û got ku ew der herî zêde bi saya tûrîzma balonê va derdikeve pêş û wiha pê da çû: "Em dixwazin turîzma balonê li ser girê Feratê jî bibin serî. Em dixwazin ku bila ew tûrîstên tên Gazîentabê ji hewayê va him Rûmqeleyê û him jî li Feratê mêze bikin. Li vê derê erdnigarî, çand û xweşiyeke bêhempa heye. Em ê di qada werzîşên avê da yên herî baş bikin. Ji bo temaşekirin û mêzekirina wan xweşiyan jî em dixwazin ku balonên xwe bînin Gazîentabê. Li ser binesaziya vê yekê jî me hevdîtin kir."

AA

Dîroka nûkirinê: 09 îlon 2019, 13:56
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE