Turîst berê xwe didin bajarê aram

Piştî ku navçe wek “bajarê aram” hat hilbijartin serdan jî zêde bûn

Turîst berê xwe didin bajarê aram

Li Xelata Bilîsê, her ku diçe serdanên geştyaran zêde dibin. Piştî ku xelat wek bajarê herî aram hate hilbijartin, bêhtir tûrîst diçin serdana bajêr.

Li seranserê cîhanê 300 bajarên gelekî aram hene. Xelata Bilîsê jî yek ji wan e.

Piştî ku Xelat kete lîsteya Sîtta-slowayê, li navçeyê xebatên ji bo tûrîzmê zêde bûn.

Niha mehê zêdetirî 20 hezar turîst tên bajêr û diçin serdana goristana dîrokî.

Turîstên ku tên navçeyê dibêjin divê hemû kes bên vî bajarî bibînin.

Dîroka nûkirinê: 02 Tîrmeh 2019, 17:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE