Turîstan berê xwe da perestgeha ewil a cîhanê

Ji çar aliyê cîhanê geştyar berê xwe didin vî cihê dîrokî.

Turîstan berê xwe da perestgeha ewil a cîhanê

2019, sala Girê Mirazan e. Girê Mirazan di nav lîsteya mîrasa cîhanê de cî girtıbû. Herwıha sala 2019an jî weke sala “Girê Mirazan” hat îlankirin. Piştî vê, ji çar alîyê cîhanê turîstan berê xwe da vê perestgeha ewil a cîhanê.

Girê Mirazan li gundê Xerabreşka Xelîlîya Rihayê ye û 18 kîlometran dûrê navenda bajêr e. ev der weke destpêka dîrokê tê binavkirin.

Ûnescoyê, Girê Mirazan xistibû nav lîsteya Mayînde a Mîrasa Cîhanê. Herweha sala 2019an jî weke sala Girê Mirazan hat îlankirin û ev cihê dîrokî rastî eleqeyeke mezin hat.

Çîroka girê Mirazan ji sala 1963an ve dest pê dike û niha ji çar aliyê cîhanê geştyar berê xwe didin vî cihê dîrokî.

Welatî tên vê perestgeha ewil a cîhanê.

Geştyar bi çavên xwe dibînin û dixwazin xwedî li vê tarîxê were derketin.

Bi saya vê dîroka qedîm jî piranîya otelên Rihayê ji niha ve tîje bûne.

Dîroka nûkirinê: 30 Nîsan 2019, 10:06
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE