Turîstên herêmî û biyanî eleqeyeke mezin nîşanî Mizgefta Ayasofyayê didin

Ziyaretvanên tên li ber Mizgefta Ayasofyayê ji bo bîranînê wêneyan dikşînin

Turîstên herêmî û biyanî eleqeyeke mezin nîşanî Mizgefta Ayasofyayê didin

 Piştî ku biryar hat dayîn ku Ayasofya wek mizgeftê ji bo îbadetê bê vekirin hejmara ziyaretvanan jî zêde bû. Welatî eleqeyeke mezin nîşanî Ayasofyayê didin, tên li ber mizgeftê ji bo bîranînê wêneyan dikşînin.

Ayasofyaya ji bo ziyaretvanan girtî bû piştî ku biryar hat dayîn ku ew wek Mizgef dewrî Serokatiya Karên Diyanetê bê kirin û ji bo îbadetê bê vekirin eleqeya li ser wê jî zêde bû.

Hêzên ewlehiyê barîkatên li ber mizgeftê heta hêşînahiya li ber derî fireh kirin. Welatiyên tên li ber Ayasofyayê wêneyan dikşînin.

Turîstên biyanî jî eleqeyeke mezin nîşanî Mizgefta Ayasofyayê didin.

Ji ber ku hejmara welatiyan û turîstan zêde bû hêzên ewlehiyê hişyariyê didin wan ku ew ji ber şewba koronayê ji hevdu dûr bisekinin.

Dema mele bang kir welatî çûn Mizgefta Sultanahmetê.

Çapemeniya herêmî û biyanî eleqe nîşanî mizgeftê dan.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE