Bisîklet ajotin, trekkîng kirin û li ser gola kraterê bi babirkan ketin pêşbaziyê. Midûriya Spor û Xizmetên Ciwaniyê ya Bitlisê ji bo balê bikişîne ser turîzma li Çiyayê Nemrûdê çalakiyên cûrbicûr li dar xistin. Bi qasî 100 sporvanên ku beşdarî bernameyê bûn, piştî çalakiyan bi hev re wêne kişandin.
Çiyayê Nemrûdê ku di nav sînorê Tatvana Bitlisê de dimîne him bi xwezaya xwe, him jî bi golên xwe yên krater gelek navdar e.
Çiyayê Nemrûdê ku xwediyê van taybetiyan e, di heman demê de li herêmê wek navendeke turîzmê jî tê qebûlkirin.
Midûriya Spor û Xizmetên Ciwaniyê ya Bitlisê ji bo balê bikişîne ser turîzma li virê, bi sporvan û welatiyan re bernameyek li dar xist.
Di bernameyê de li derdora devê kraterê bisîklet ajotin, gera xwezayê yanî trakkîng kirin û li ser golên kraterê pêşbaziya babirkê hat lidarxistin.
Sporvan û xelkê herêmê dibêjin: divê insan di imrê xwe de qet nebe carekê be jî were serdana Çiyayê Nemrûdê û van deran bibîne.