Turîzma li herêmê geş dibe

Bi saya Xirabreşkê otel ji niha ve tijî dibin

Turîzma li herêmê geş dibe

Pıştî ku sala 2019an wek sala Xirabreşkê hat îlankirin, li Şanlıurfayê hatûçûna turîstan zêde bû. Li gorî sektora turîzmê îsal jî wê wekî par têr û tijî be. Lewra ji niha ve rezervasyona otêlan tê kirin.

2019 sala Girê Mirazan ê li Xirabreşkê bû.

Bi saya wê eleqeya turîstan a ji bo Şanlıurfayê zede bû.

Par otel tev tijî bûn. Hêviya îsal jî heman e.

Lewra ji niha ve rezervasyoneke zêde tê kirin.

Kargerên turîzmê bangî turîstan dikin ku bê rezervasyon neyên.

Bi saya Girê Mirazan turîstên ku hatin Şanlıurfayê bi çand û kelepora qedîm a bajêr hesiyan.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE