Turîzma li herêmê geş dibe

Tê texmînkirin ku îsal zêdetirî 3 milyon turîst werin Mardinê...

Turîzma li herêmê geş dibe

Her sal di demsala havînê de bi hezaran turîstên navwelêt û derwelêt tên bajarokê dîrokî mêrdînê û li cihên dîrokî digerin. Li gorî texmînan îsal wê zêdetirî 3 milyon turîst werin Mêrdînê. Her wiha him esnafên bajêr him jî welatî ji hatina turîstan gelek kêfxweş in.

Bi sûk û kuçeyên xwe yên dîrokî, bi têlkariya xwe ya cur bi cur û bi Ava Spî bajarekî rengîn e…

Ev wêneyên rengîn ji bajarê dîrokî Mêrdînê ne.

Mêrdîn him bi berhemên dîrokî him jî bi xweşikiyên xwezayî gelek bala turîstan dikişîne ser xwe.

Her sal di demsala havînê de gelek turîstên navwelêt û derwelêt ji bo gerê tên bajêr.

Hin turîst li kuçeyên dîrokî digerin,, hin diçin cihên dîrokî,,, hin jî li ber Ava Spî xwe hênik dikin.

Him esnaf him jî welatî ji bo hatina turîstan gelek kêfxweş in.

Îsal li gorî salên berê ji niha ve gelek turîst hatine bajêr.

Tê texmînkirin ku îsal zêdetirî 3 milyon turîst werin Mêrdînê.

Dîroka nûkirinê: 25 Tîrmeh 2019, 11:03
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE