Bi hatina biharê re turîzma li Şemzînana Hekariyê jî geş bû. Turîstên ku ji çar aliyê welêt hatin bajêr, têra xwe li xweza û deverên dîrokî geriyan.
‘’Bi hatina biharê û germbûna hewayê re turîstên xwemalî berê xwe didin Şemzînanê. Bi hatina virê em gelek kêfxweş bûn. Divê her kes were vir û van deran bibîne."
Turîstên ku ji çar aliyê welêt hatin bajêr, bi alîkariya rêberan, li xweza û deverên dîrokî geriyan.
‘’Ez ji rizeyê hatim virê. Em li vir têra xwe geriyan. Beriya hatinê hin gumanên me hebûn. Lê me dît ku ev der jî wekî herêma me herêmeke xweş û balkêş e.’’
Turîstên ku li Şemzînanê têra xwe geriyan ji bo bernameyeke din berê xwe dan Geverê.