Turîzmkarên başûrê rojhilatê piştgirî da "Mezopotamya"ya marqeya turîzmê ya ewil a herêmî

Turîzmkarên başûrê rojhilatê piştgirî da "Mezopotamya"ya marqeya turîzmê ya ewil a herêmî

Li Şanliurfayê nêzî mehek berê Platforma Turîzmê ya GAPê hat avakirin û paşê seba piştgiriya "Mezopotamya"ya marqeya turîzmê ya herêmî û ewil, navê xwe guherand û danî Platforma Turîzmê ya Mezopotamyayê.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Platforma Turîzmê ya Mezopotamyayê hat dayîn, nûnerên Gazîantep, Kilîs, Şanliurfa, Mêrdîn, Diyarbekir, Adiyeman, Sêrt, Batman û Şirnexê bi pêşengiya Îsa Akdagê endamê berê yê Lijneya Dîsîplînê ya Yekîtiya Rêberên Turîstan (TUREB) civiyan.

Di daxuyaniyê da cih dan gotinên Îsa Akdagê Berdevkê Platforma Turîzmê ya Mezopotamyayê û Akdag diyar kir, wekî nûnerên turîzmkarên herêmê ew ê piştgiriyê bidin "Mezopotamya"ya marqeya turîzmê ya herêmî û ewil û wiha dewam kir, "Mezopotamyaya ku ji 9 bajaran pêk tê, di nav destînasyonên ku divê teqez were dîtin da ye. Em jî wek turîzmkarên herêmê hewl didin ku ev marqe li qada neteweyî û navneteweyî were naskirin. Em ê mil bidin hev û vê marqeyê mezin bikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE