Vê heftê 11 fîlm wê têkevin vîzyonê

Li Tirkiyeyê vê hefteyê 6 jê xwemalî 11 fîlm wê têkevin vîzyonê

Vê heftê 11 fîlm wê têkevin vîzyonê

hefteyê li eywanên sînemayê yên Tirkiyeyê 6 jê xwemalî bi tevahî 11 fîlm wê bên weşandin.

Di fîlma bi navê "Gur" a ku Cem Ozuduru û Can Emre derhênerî kirin da wek lîstikvan jî Serkan Çayoglu, Murat Arkin, Emîr Benderlîoglu, Can Nergîs, Ahmet Pinar, Zafer Algoz, Ozge Gurel û Mesut Akusta cih girtin.

Di fîlmê da qala tiştên ku di şeva 15ê Tîrmehê da hatiye serê tîma Tevgera Polêsên Taybet tê kirin.

- "Pêbawerî"

Sefa Ozturk di fîlma ku derhênerî kir da cih da Bulent Çolak, Serkan Keskîn, Ferîde Çetîn û Ahmet Kaynak û di fîlmê da qala du ciwanên hêdî hêdî baweriya wan bi hev namîne û ji malbata xwe dûr dikevin dike.

- "Mezinno bi destûra we"

Fîlma "Bi Destura We Mezinno" ya ku Talip Karamahmutoglu derhêneriya wê kir da qala têkoşîna komeke zarokan dike. Zarok li kuçikên bê xwedî mane xwedî derdikevin û di wê navberê da mezinên wan jî li dijî wan dertên û di fîlmê da li ser niqaşên ku ji ber vê yekê dertên tê sekinandin.

- "Trîleçe"

Derhêneriya fîlmê ji hêla Ahmet Sonmez va hat kirin û di fîlmê da qala zarokekî ku piştî şewatekî sêwî dimîne û li ser nameyekê berê xwe dide Makedonyayê û dest bi rêwîtiyê dike, tê kirin

Senaryo ji hêla H. Erkan Işikli va hatiye nivîsandin û di fîlmê da jî Derda Yasîr Yenal, Emîrhan Oktay, Semra Dînçer, Gokhan Atalay û Umît Bulent Dînçer dileyîzin.

- "Chef"

Di fîlma ku Bekîr Aksoy, Muge Ulusoy, Şebnem Kostem, Buket Dereoglu, Haci Alî Konuk û Fatîh Ayhan dileyîzin da jî derhênerî ji hêla Mehmet Gun va hat kirin.

- "Nebula"

Derhêneriya fîlma "Nebûla"yê ji hêla Tarik Aktaş va hat kirin û tê da qala ciwanekî kifş kiriye ku rih li sirûştê diçe kê derê û dimîne, dike.

- "Aquaman"

Di fîlma bi derhêneriya James Wan hat kişandin da Jason Momoa, Amber Heard, Nicole Kidman, Patrick Wilson, Willem Dafoe, Randall Park û Yahya Abdul-Mateen dileyîzin.

Di fîlma bi cureya aksîyon û macera ye da egîdê fîlmê ji bo Atlantîs a warê xwe ji gefên tên biparêze, hewl dide û qala têkoşîna nîşan die tê kirin.

- "Şervanê Wekheviyê"

Fîlma "Şervanê Wekheviyê" li ser rewşa parêzkerê mafên mirovan û dadgerê Dadgeha Mezin a Amerîkayê Ruth Bader Ginsburg ê ku ji bo mafên wekhev û dadgertiyê hewl dide, disekine.

Fîlma bi cureya bîyogrofiyê ya senaryo ji hêla Daniel Stiepleman va hat nivîsandin û bi derhêneriya Mimi Leder va jî hat kişandin da Felicity Jones, Justin Theroux, Armie Hammer, Cailee Spaeny, Jack Reynor, Kathy Bates û Sam Waterston dileyşzin.

- "Mary Poppins: Dadika Bisêhr"

Emily Blunt a aktrîsta Îngîlîz a xwedî xelata Kureya Zêrîn di rola sereke ya fîlmê da dileyîze û fîlm ji ber muzîkala Mary Poppins a êdî bûye klasîk hatiye derxsitin û bi rengê fîlm ji bo hezkirên sînemayê hatiye kişandin. Di qadroya fîlmê da li cem Emily Bluntê Meryl Streep, Lin-Manuel Miranda, Colin Firth, Emily Mortimer, Ben Whishaw û Julie Walters cih digirin û derhênerî jî ji hêla Rob Marshall va hat kirin.

- "Troll û Dînozor"

Fîlma anîmasyon a "Troll û Dînozor" a ku Alex Sebastian derhênerî kir da Keybanû Cupcake û komeke hevalên wê yên xwedî sêrê li hemberî ziyayê çav kutaye Qraltiya Trolê têdikoşin.

- "Hirçê Jêhatî"

Ji fîlma anîmasyonê ya vê hefteyê yek jî "Hirçê Jêhatî" ye lewra herça bi navê Dash ji bo ku kurê xwe Zack ê bazirganên heywanan ew revandine xilas bike hewl dide û di fîlmê da jî qala wê hewlê tê kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE