Vê heftê 5 fîlm wê bikevin vîzyonê

Vê heftê li çar aliyê Tirkiyeyê yek jê xwemalî bi tevahî 5 fîlm wê bikevin vîzyonê.

Vê heftê 5 fîlm wê bikevin vîzyonê

Di salonên sînemayê yên Tirkiyeyê da vê heftê yek jê xwemalî 5 fîlm wê bikevin vîzyonê.

- "Demên Zor û Zehmet ên li El Royaleyê"

Di fîlma ku Drew Godddard senaryoya wê nivîsand û derhêneriya wê kir da lîstikvanên wek Cynthia Erivo, Jeff Bridges, Dakota Johnson, Jon Hamm, Chris Hemsworth, Cailee Spaeny, Lewis Pullman û Nick Offerman dileyîzin.

Li Otêla El Royalê ya ku ser sînorê Nevada-Californiayê ye 7 biyanî dimînin. Şev herî ku derbas dibe sirên van 7 biyaniyan dertên holê û ji ber wan siran jî bûyer diqewimin û di fîlmê da jî qala wê rewşê tê kirin. Fîlm bi naveroka xwe rageşî, sûc û nehêniyê di xwe da dihewîne.

- "Kings"

Fîlm bi derhêneriya Deniz Gamze Erguvenê va hatiye kişandin û qala çîroka malbatekê tê kirin û di wê çîrokê da bûyerên siyasî û civakî yên wê demê diqewimin jî di fîlmê da tên nîşandan.

Bûyereke ku di rastiyê da qewimiye ji bo naveroka fîlmê wek çîrok ji nû va hatiye nivîsandin û tê da qala Liberxwedana Los Angelesê ya di sala 1992an da qewimî bû tê kirin.

Bi şirîkatiya Fransa û Belçîkayê va ev fîlm hat kişandin û tê da lîstikvanên wek Halle Berry, Daniel Craig, Lamar Johnson, Rachel Hilson û Lewis T. Powell dileyîzin.

- "Mîratgirno"

Fîlm bi derhêneriya Marcelo Martinessiyê ku ji Paraguayê ye va hatiye kişandin û ev fîlma wî ya dirêj a ewil e û promiyera wê ya dinyayê jî di Mihrîcana Fîlman a Berlînê da hat kirin.

Di fîlmê da qala du jinên ku nêzî 30 sal e bi hev ra ne û ji ber pirsgirkên aborî çawa dubendî ketiye navbera wan, tê kirin. Cureya fîlmê dram e û tê da Ana Brun, Margarita Irun, Ana Ivanova û Nilda Gonzalez dileyîzin û senaryo jî ji hêla Martinessi va hatiye nivîsandin.

- "Kabûsê Kûr û Dûr"

Di fîlma ku bi derhêneriya Sylvain White va hat kişandin da qala çîroka komek hevalên dane pey tiştekî nehênî tê kirin. Di fîlmê da Joey King, Annalise Basso, Javier Botet, Julia Goldani Telles, Jaz Sinclair, Alex Fitzalan û Taylor Richardson wek lîstikvan cih digirin.

- "Hevalê Min ê Rê 2"

Di fîlma ku Bedran Guzel derhênerî kir da Oguzhan Koç û Îbrahim Buyukak di rola sereke da dileyîzin. Fîlm qala hevaltiya wan a ku bi rêwîtiyê dest pê kiribû dike.

Berê jî bi heman navî fîlm hatibû kişandin û ev fîlma duyemîn berdewam wê fîlmê ye.

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE