Vê heftê 8 fîlm wê têkevin vîzyonê

Vê hefteyê li Tirkiyeyê 5 jê xwemalî 8 fîlm wê têkevin vîzyonê.

Vê heftê 8 fîlm wê têkevin vîzyonê

Vê hefteyê li Tirkiyeyê 5 jê xwemalî 8 fîlm wê têkevin vîzyonê.

"Mêjî Tevlihev in (Kafalar Karişik)" ku ekîba "Kafalar" tê da dileyîzin wê têkeve vîzyonê. Li ser Youtubeyê ji 4,5 milyonî zêdetir şopînerên Kafalaran hene.

Kadroya lîstikvanan ji kesên wek Atakan Ozyurt, Bîlal Hanci, Fatîh Yasîn, Metîn Akpinar, Cîhan Unal, Perîhan Savaş, Guven Kiraç, Erkan Can, Ferîde Hîlal Akin, Ruhî Sari, Nîlgun Kasapbaşoglu, Zuhal Yalçin, Selahattîn Taşdogen û Enes Batur pê tê û derhênerê fîlmê Yucel Yolcu ye.

Cureya fîlmê komedî ye û Enver Suluk û Buşra Karahanê senaryoya wê nivîsîne.

"Bêhna Pere (Paranin Kokusu)"

Nivîskar û derhênerê fîlmê Ahmet Boyacioglu ye.

Di fîlma ku cureya wê dram û komedî tevlihev e da Murat Kiliç, Şevval Sam, Emrah Kolukisa, Riza Sonmez, Erkan Can, Ercan Kesal û Muzaffer Ozdemir leyîst.

"Derketina Dawîn (Son Çıkış)"

Di fîlmê da Deniz Celîloglu, Ezgî Çelîk, Kerem Firtina, Îbrahîm Selîm û Tevfîk Erman Kutlu leyîst û Ramîn Matîn jî derhêneriya wê kir.

Can Kantarci senoryaya wê nivîsî.

"Şampiyon"

Ahmet Katiksiz derhêneriya wê kiriye. Li ser çîroka jokey Halîs Karataşê ku di pêşbaziya hespên Tirkiyeyê da girîng e û Bold Pîlota hespê wî disekine.

Kesên wek Ekîn Koç, Farah Zeynep Abdullah, Fîkret Kuşkan, Erdem Akakçe, Alî Seçkîner Alici, Merve Altinkaya û Serkan Ercan tê da dileyîzin û cureya fîlmê dram e.

"Dirba Şeytan Enhara (Şeytan Geçîdî Enhara)"

Derhênerê fîlmê Onur Aldogan e û li ser komek merivên ku di 8 odeyan da şiyar dibin û haya wan ji hev tuneye disekine.

"Makîneyên Kujer (Olumcul Makineler)"

Di ekîba senaryoya fîlmê da Peter Jackson jî heye û Christian Rivers jî derhêneriya wê dike. 

Di fîlma ku cureya wê honandina zanyarî ye da Hera Hilmar, Hugo Weaving, Stephen Lang, Robert Sheehan û Stranbêjê Koreya Başûr Jihae dileyîze.

"Zilamê ku Don Kîşot Kuşt (Don Kişot'u Olduren Adam)"

Derhênerê wê Terry Gilliam e serlehengên wê jî Adam Driver û Jonathan Pryce ne.

Stellan Skarsgard, Olga Kurylenko û Joana Ribeiro jî tê da dileyîzin û ji ber berhema Miguel de Cervantes ku di dîrokê da romana modern a ewil tê qebûlkirin hatiye çêkirin.

 "Balonên Sêrbazan (Sîhîrbazin Balonlari)"

Derhênerê vê fîlma anîmasyon Andres Couturier e. Tê da qala çîrokên sêrbazan tê kirin.AA

Dîroka nûkirinê: 06 Kanûn 2018, 17:36
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE