Vê heftê 9 fîlm dikevin vîzyonê

Li salonên sînemayê yên Tirkiyeyê vê heftê jê 2 xwemalî tevahî 9 fîlm wê têkevin vîzyonê.

Vê heftê 9 fîlm dikevin vîzyonê

Li Tirkiyeyê di salonên sînemayê da vê hefteyê 2 jê xwemalî 9 fîlm wê bên weşandin.

Fîlma "Baba" ya ku Florian Zeller kişandibû û di qada "Lîstikvanê Mêr ê Herî Baş" û "Senaryoyaya Lêanînê ya Herî Baş" da du xelatên Oscarê hildabû wê derkeve pêş temaşevanan.

Di rola sereke ya fîlmê da Anthony Hopkins, Olivia Colman, Imogen Poots, Rufus Sewell û Olivia Williams dileyîzin û di fîlmê da qala kalekî ku digel hetera qîza wî hewl dide bi tena serê xwe bijî tê kirin.

"Labîrenta Bi Ber Mirinê Va: Lîga Şampiyonan"

Logan Miller, Taylor Russell, Isabelle Fuhrman, Indya Moore û Holland Roden di fîlma "Labîrenta Bi Ber Mirinê Va: Lîga Şampiyonan" da dileyîzin û fîlm dixwaze bala hezkirên rageşiyê bikişîne ser xwe.

Derhêneriya fîlmê ji alî Adam Robitel va hatiye kirin û şeş kesên di labîrentekê da hatine girtin ji bo li heyatê bimînin hewl didin û têdikoşin.

"Pitika Patron 2: Şirketa Malbatî"

Fîlma anîmasyonê ya ji alî Tom McGrath va hat kişandin û Jeff Goldblum, James Marsden, Alec Baldwin û Ariana Greenblatt jî dengdayîna wê kirin û fîlm bi serpêhatiyeke nû derdikeve pêş temaşevanan.

"Qereqola Bibela"

Joe Carnahan derhêneriya fîlmê kir û wek lîstikvan jî Gerard Butler, Frank Grillo, Toby Huss û Alexis Louder dileyîzin û fîlm bi sehneyên xwe yên aksiyonê va balê dikşîne.

Senaryo ji alî Kurt McLeod û Joe Carnahan va hatiye nivîsandin û tê da qala bûyerên di navbera polêsek, durûyek û kujerek da li qereqolê derbas dibe, tê kirin.

Qîrîna di Tariyê da

Di fîlma Lucas Sarquiz, Jimena Frontera, Chucho Fernandez û Clara Kovacic rola sereke da dileyîzin da û Diego Savignano jî derhêneriya wê kiriye da qala Youtuberekî dikeve "Dark Web"ê û paşê hinek tişt tên serî dike.

Konsera Orkestraya Kimetsuyê

Fîlma anîmasyonê ya Orkestraya Fîlarmonîk a Tokyoyê ku Hirofumi Kurita şefîtî kir û Nami Nakagawa û Maiko Katagirl jî vokalîstî kirin wê di salonên sînemayê da bê weşandin.

"Sêvan"

Di fîlma "Sêvan" da ku Aris Servetalis, Sofifa Georgovassili, Anna_Kalaitzidou û Argyris Bakirtzis leyîstin û ji alî Christos Nikou va hat kişandin da li gelek mihrîcanên fîlman xelat hilda û ji alî Yewnanistanê va jî bo Oscarê wek namzed hat pêşkeşkirin.

"Koma Bêarmanc"

Di fîlma pêkenokê ya xwemalî ku derhêneriya wê Alî Tanriverdî kir da wek lîstikvan Sarp Bozkurt, Ali Barkin, Naz Çagla Irmak û Gamze Karaduman dileyîzin.

"Azubel"

Fîlma tirsê ya ku Fatih Gulaydin derhênerî kiriye da qala du ciwanên di maleke bûyerên paranormal lê diqewimin da dîl mane û hewl didin xilas bibin, tê kirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE