Vê hefteyê 10 fîlm dê bikevin vîzyonê

Li salonên sînemayê yên Tirkiyeyê vê hefteyê 5 jê xwemalî 10 fîlm dikevin vîzyonê.

Vê hefteyê 10 fîlm dê bikevin vîzyonê

Li salonên sînemayê yên Tirkiyeyê vê hefteyê 5 jê xwemalî 10 fîlm dikevin vîzyonê.

- "Mubtelabûn, Aslî"

Derhêneriya fîlma "Mubtelabûn, Aslî"yê Semîh Kaplanoglu dike û fîlm li ser jiyana dayikekê, zarokê wê û karê wê ye.

Fîlma "Mutelabûn, Aslî" ji bo Xelatên Akademiyê (Oscar) ya 92yan ku sala bê wê were kirin li ser navê Tirkiyeyê ji bo kategoriya "Bi Zimanên Biyanî Filmê Herî Baş" namzet hatiye nîşandan.

- "Ber bi Stêrkan"

Derhênerê fîlma "Ber bi Stêrkan" James Gray û Ethan Gross e û tê da Brad Pitt, Tommy Lee Jones, Ruth Nega û Liv Tyler dilîzin.

Di fîlmê da behsa xebatên Roy McBrîdeyê muhendisê fezayê tê kirin. Bavê Roy McBrîdey ji bo lêkolîna gelo li gerstêrka Neptune jiyan heye ya na diçe fezayê û careke din navegere.

- "Dayika min"

Derhênerê fîlma "Dayika min" Mustafa Kotan e û senaryoyaya fîlmê Evren Erdogan û Ayşe Balibey nivîsandine. Di fîlmê da Sumru Yavrucuk û Ozge Gurel dilîzin.

Fîlm behsa keçikeke ku ji bo zanîngehê diçe Stenbolê û têkiliya wê û dayika wê dike.

- "Rambo: Xwîna Dawî"

Derhênerê fîlmê "Rambo: Xwîna Dawî" Adrian Grunberg e û tê da Sylvester Stallone dilîze. Ev fîlma 5an e ku Stallone bi rola Rambo tê da dileyîze.

Fîlma Rambo ya ewil di sala 1982yan ketibû vîzyonê. Çîroka fîlmê wiha ye: "Rambo li Arîzonayê li çêwlika xwe dijî. Neviya hevalekî Rambo li Meksîkayê tê revandin. Rambo jî li ser vê ji bo xilaskirina keçikê derbasî Meksîkayê dibe û bi çeteyan ra şer dike."

- "Hat Dîtin"

Derhênerê fîlma "Hat dîtin" Serhat Karaaslan e û tê da Berkay Ateş û Saadet Işil Aksoy dilîzin. Fîlm behsa memurekî girtigeheke li Stenbolê û çîroka wî dike. Di fîlmê da Zakîrê karmend nameyên mehkûman kontrol dike û bala wî wêneyê jinekê dikşîne.

- "Rik"

Derhênerê fîlma "Rik" Mohsen Rabieiyê Îranî yê navdar e. Fîlm li Balikesîrê hatiye kişandin. Di fîlmê da Bugra Akyuz, Hîra Koyuncuoglu, Esîla Umut, Elîs Sezgin, Derya Oguz Ertun û Rashîd Khosh Aghîden dilîzin.

Cureya fîlmê tirs e û di fîlmê da qala bûyerên tên serê komeke cîwanan tê kirin.

- "Sîddah"

Derhêneriya fîlma "Sîddah"ê Funda Tirpan dike û bi xwe jî di fîlmê xwe da dilîze. Fîlm behsa 4 ciwanên ku ji hêla cînan va hatine lenetkirin û tiştên hatine serê wan dike. Di fîlmê da ku cureya wê tirs e Gîzem Portakal, Beyza Şahîn û Batin Tumen dilîzin.

- "Baxçeyê Heywanan"

Derhênerê fîlmê "Baxçeyê Heywanan" Evan Tramel û James Snîder in û fîlma anîmasyon e. Di fîlmê da behsa betalkirina agirbesta di navbera heywanan da û çîroka wan tê kirin.

- "Hevalên Bextewar yên Çêwlikê"

Derhênerê fîlma "Hevalên Bextewar yên Çêwlikê" Pîppa Seymoure ye û fîlma anîmasyon e. Di fîlmê da behsa komeke heywanên bextewar yên ku li çêwlikekê dijîn tê kirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 19 îlon 2019, 17:05
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE