Vê hefteyê 10 fîlm dikevin vîzyonê

Vê hefteyê 5ê wan xwemalî 10 fîlm ew ê têkevin vîzyona sînemeyên Tirkiyeyê.

Vê hefteyê 10 fîlm dikevin vîzyonê

hefteyê 5ê wan xwemalî 10 fîlm ew ê têkevin vîzyona sînemeyên Tirkiyeyê.

Derhêneriya fîlma "Derî" Nîhat Durak dike û di fîlmê da Kadîr Înanir, Vahide Perçin, Aybuke Pusat, Timur Acar, Ozgun Çoban, Menderes Samancilar û Erdal Beşikçioglu dilîzin.

Fîlmê da têlefon ji malbateke Siryanî ya ku ji Mêrdînê koçî Berlînê kiriye ra tê û malbat ji bo vegere warê xwe derdikeve rê. Di fîlmê da qala seyaheta malbatê dikin.

"Lepîkê Zêrîn"

Derhêneriya fîlma "Lepîkê Zêrîn" Fatîh Akin dike û di fîlmê da Jonas Dassler, Margarete Tiesel, Marc Hosemann, Katja Studt, Martina Eitner-Acheampong, Adam Bousdoukos û Philipp Baltus dilîzin.

Senaryoya fîlmê ji pirtûka Heînz Strunk a bi heman navî di sala 2016an da hatibû weşandin hatiye hildan. Di fîlmê da qala Fritz Honkayê kujer ê ku qurbanên xwe ji bara bi navê Zum Goldenen Handschuhê dijbêre dikin.

"Çînar" 

Derhêneriya fîlma "Çînar"ê Mustafa Karadenîz dike û fîlmê da Sezgin Cengiz, Şîlan Duzdaban, Yunus Emre Çelik û Mert Aygun dilîzin.

Senaryoya fîlmê bi destê Necîp Guleçer hatiye nivîsandin û di fîlmê da qala jiyana ciwanekî astengdar û têkoşîna wî dikin.

"Bira"

Derhêneriya fîlma "Bira" Omer Atay dike û di fîlmê da  Ege Yazar, Caner Şahin, Gozde Mutluer, Nihal Koldaş, Erol Afşin û Cankat Aydos dilîzin.

Di fîlmê da piştî kuştina ji ber namûsê qedera du birayan cî diguherîne û bi hev ra dikevin hesab.

 "Mazlum Kuzey & Kuddusî 2: La! Di Kaseyê Da Pere Hene!"

Derhêneriya fîlma "Mazlum Kuzey & Kuddusî 2: La! Di Kaseyê Da Pere Hene!" Onder Açikbaş dike. Di fîlmê da qala serpêhatiyên Mazlum Kuzey û Kuddusiyê xalê wî dikin.

 "Aşgar: Geliyê Cinan"

Derhêneriya fîlma "Aşgar: Geliyê Cinan" Yahya Alp dike. Di fîlmê da qala merivekî şivantiyê dike û ji ber xwenên dibîne li cihên cuda ji xewê radibe dikin.

 "Malbata Şîpşak"

Derhêneriya fîlma "Malbata Şîpşak" Sean Anders dike û di fîlmê da Rose Byrne, Mark Wahlberg, Isabela Moner, Gustavo Quiroz, Julianna Gamiz û Octavia Spencer dilîzin.

Di fîlmê da Pete û Ellîe 3 zarokên xuşk û bira ji xwe ra dixin zarok û têkoşîna wan a jiyanê dest pê dike.

"Hellboy"

Derhêneriya fîlma "Hellboy" Neîl Marshall dike, serlîstikvaniya fîlmê jî vê carê David Harbour dike.

Senaryoya fîlmê bi destê Mîke Mîgnola, Andrew Cosby û Christopher Golden hatiye nivîsandin. Fîlm ji romana bi girafîk carekî dîsa derbasî sînemeyê kirin.

 "After"

Derhêneriya fîlma "After"Jenny Gage dike û di fîlmê da Selma Blair, Hero Fiennes Tiffin, Peter Gallagher, Josephine Langford, Jennifer Beals, Meadow Williams û Dylan Arnold dilîzin.

Di fîlmê da qala têkiliya di navbera Tessa Young û Hardîn Scott dikin.

"Maceraya Mezin"

Derhêneriya "Maceraya Mezin" a fîlma anîmasyon Natalya Nîlova dike, di fîlmê da leglegek bi şaşî kudika pandayê tîne datîne ber derê MîcMîc. MîcMîc hewl dide ku kudikê bibe mala bava wê.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE