Vê hefteyê 10 fîlm dikevin vîzyonê

Vê hefteyê 2yê wan xwemalî 10 fîlm ew ê têkevin vîzyona sînemeyên Tirkiyeyê

Vê hefteyê 10 fîlm dikevin vîzyonê

hefteyê 2yê wan xwemalî 10 fîlm ew ê têkevin vîzyona sînemeyên Tirkiyeyê.

"Loro"

Derhêneriya fîlma "Loro" Paolo Sorrentino dike û di fîlmê da Toni Servillo, Elena Sofia Ricci, Riccardo Scamarcio, Kasia Smutniak, Euridice Axen û Giovanni Esposito dilîzin.

Senaryoya fîlmê Paolo Sorrentino û Umberto Contarello bi hev ra nivîsandine. Di fîlmê da qala jiyana Silvio Berlusconiyê Serokwezîrê Îtalyayê yê berê dikin.

"Nêçîrvanê Kujeran"

Derhêneriya fîlma "Nêçîrvanê Kujeran" Donovan Marsh dike û di fîlmê da Gerard Butler, Gary Oldman, Common, Linda Cardellini, Zane Holtz, Toby Stephens û Henry Goodman dilîzin.

Di fîlmê da komeke ji qomandoyên behrê pêk tê hewl dide ku pêşî li Şerê Cîhanê yê 3yan bibire.

"Kursk"

Derhêneriya fîlma "Kursk" Thomas Vînterberg dike. Di fîlmê da qala Kurska keştiya binê avê ya ku tê da 120 eskerên Rûsyayê miribûn, dikin.

Di fîlmê da Lea Seydoux, Colin Firth, Matthias Schoenaerts, Michael Nyqvist, Max von Sydow, August Diehl, Matthias Schweighöfer, Steven Waddington, Joel Basman û Eva van der Gucht dilîzin, senaryo jî bi destê Robert Rodat hatiye nivîsandin.

"Dîn û Zîrek"

Derhêneriya fîlma "Dîn û Zîrek" Farhad Safînaiyê Îranî dike û di fîlmê da Mel Gibson, Sean Penn, Natalie Dormer, Ioan Gruffudd, Jennifer Ehle û Jeremy Irvine dilîzin.

Di fîlmê da James Murray dixebite ku çapa ewil a ferhenga Îngilîzî ya ji 10 hezar peyvî pêk tê amade bike. Fîlm di sedsala 19an da derbas dibe.

"Reva Ji Evînê Tune"

Di fîlmê da qala Annîe û Duncanê jin û mêrên hev ên demekê ji hev hez kirine û Tucker Croweyê bi muzîkê ra eleqedar dibe dikin.

Derhêneriya fîlma "Reva Ji Evînê Tune" Jesse Peretz dike û di fîlmê da Chris O'Dowd, Rose Byrn, Ethan Hawke, Phil Davis, Azhy Robertson û Ayoola Smart dilîzin.

"Tîma Tevgera Xurt"

Derhêneriya fîlma "Tîma Tevgera Xurt" Bei-Er Bao dike. Di fîlmê da qala wezîfedarekî ewlekariyê dikin, wezîfedar dixwaze ku bibe sixur lêbelê kondisyona wî ya fizîkî têrê nake.

"Ji Min Ra Sitraneke Evînê Bêje"

Derhêneriya fîlma "Ji Min Ra Sitraneke Evînê Bêje" Mehrdad Ghaffarzadeh dike û di fîlmê da Yusuf Çim, Afsaneh Pakroo, Ali Burak Ceylan, Hazal Turesan, Ayşen Încî, Semra Dinçer, Alihan Turkdemir û Pejman Bazeghî dilîzin.

"Lîstika Şêtîn"

Derhêneriya fîlma "Lîstika Şêtîn" Hadîr Genç dike û di fîlmê da Burak Ergun, Neslişah Erturk, Demet Karadayi û Niyazî Ayaydin dilîzin.

Fîlm di cureya fîlmên tirsê da hatiye kişandin.

"Jumbo"

Derhêneriya "Jumbo" ya fîlma anîmasyon James Snîder dike di fîlmê da qala fîlekî û hevalên wî yên alîkariyê didin wî dikin.

"Kokonatê Ejderhayê Xunşirîn: Şahiya Li Daristanê"

Derhêneriya "Kokonatê Ejderhayê Xunşirîn: Şahiya Li Daristanê" a fîlma anîmasyon Anthony Power dike. Di fîlmê da ejderhayê xunşirîn bi ejderhayên avê ra nasya xwe dide hev û fîlm li ser vê dewam dike.

AA

Dîroka nûkirinê: 28 Adar 2019, 17:46
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE