Li salonên sînemayê yên Tirkiyeyê vê hefteyê jê 6 xwemalî 10 fîlm wê bikevin vîzyonê.
Fîlma "Akîf" ya ku derhênerê wê Sadullah Şenturk e û senaryoya wê bi destûra malbata Mehmet Akîf Ersoy hatiye nivîsandin wê vê hefteyê bê nîşandan.
Fîlm li Enqere, Eskîşehir, Kastamonu û Konyayê hat kişandin.
Di fîlmê da Yavuz Bîngol, Murat Han, Fîkret Kuşkan, Mîne Çayiroglu, Hazim Kormukçu, Erkan Bektaş û Ruhî Sari wek lîstikvan dilîzin.
Fîlm behsa nivîsandina Sirûda Îstiklalê ya ku Mehmet Akîf Ersoy nivîsandiye û 12ê Adara 1921î da li TBMMyê wek sirûda neteweyî hatiye qebûlkirin dike.
- "Di Bin Sîyê Da"
Derhênerê fîlmê Erdem Tepegoz û lîstikvanên wê jî Numan Acar, Vedat Erîncîn, Ahmet Melîh Yilmaz û Emrullah Çakay in.
Fîlm li Gurcistanê di nav 5 hefteyan da hat kişandin, behsa çîrokeke bê zeman û bê mekan dike.
Di fîlmê da karkerên wek koleyan li fabrîqeyê dixebitin û dengê xwe ji tu tiştî ra dernaxin ji hêla kamerayan va tên şopandin.
- "Şeveke Li Muzeya Louvreyê: Leonardo da Vîncî"
Belgefîlma Pêşangeha Leonardo da Vîncî jî wê vê hefteyê derkeve pêşberî sînemahezan.
"Şeveke Li Muzeya Louvreyê: Leonardo da Vîncî" ji bo kesên berhemên wî hez dikin derfeteke mezin e ku ew temaşe bikin.
- "Kî Baş Be Bila Ew Bi Ser Bikeve"
Derhênerê fîlmê Tîm Hîll e û cureya wê komedî ye.
Di fîlmê da jina Ed dimire û ew bar dike diçe mala qîza xwe. Lê neviyê wî Peter û Ed li hev nakin ku fîlm behsa rageşiya di navbera wan da dike.
Di fîlmê da Robert De Nîro, Uma Thurman, Chrîstopher Walken, Oakes Fegley û Jane Seymour dilîzin.
- "Dafika Tirsê: Destpêk"
"Defika Tirsê: Destpêk" ku Mike P. Nelson derhêneriya wê kir û Charlotte Vega, Adain Bradley, Bill Sage û Emma Dumantê jî tê leyîstin, ji wan fîlman e ku dê vê hefteyê bikevin vîzyonê.
Fîlm li ser çîroka 6 hevalên New Yorkî radiweste ku ji hêla mezhebeke wehşî ya bi navê The Foundation tên bidestxistin.
- "Darlin"
Fîlmeke din a tirsê jî "Darlin" e ku dê bikeve vîzyonê. Fîlm ji hêla Pollyanna McIntoshê derhêneriya wê hat kirin û tê da kesên wekî Cooper Andrews, Kristina Arntz, Mackenzie Bateman û Bryant Batt dileyîzin.
Fîlm çîroka veşartî ya jineke ciwan tîne ser perdeya sînemayê ku di bin siya ruhekî wehşî da ye.
- "Fecr"
Di fîlma tirsê ya xwemalî "Fecr" ku ji hêla Rotin Engin Tutuş hat kişandin da kesên wekî Sahra Erbaykent, Yagmur Baglan, Huseyin Yaşar, Muslum Tutuş û Cennet Şevran dileyîzin.
- "Me Nokta Ali"
Vê hefteyê her wisa fîlma "Me Nokta Ali" jî dê bikeve vîzyonê ku qala çîroka Me Nokta Ali dike yê ku xebatkarê midûriyeta nifûsê navê wî xelet dinivîse û navê wî wisa xelet, li ser dimîne.
Di fîlma ku cureya wê komedî ye da kesên wekî Îlkin Oguzhan Çakir, Merve Sevi, Haci Ali Konuk, Ayhan Taş û Orçun Kaptan dileyîzin û derhênerê wê jî Engin Akyildirim e.
- "Xewna Kolejê: Rojnivîskên Lîseyê"
Fîlma komedî ya xwemalî "Xewna Kolejê: Rojnivîskên Lîseyê" ku Can Sarcan derhênerê wê ye, qala serpêhatiyên fenomenan û her wiha jinûva vegerandina li jiyana lîseyê ya wan dike.
- "Nefeseke Din Jî"
"Nefeseke Din Jî" a fîlma duyemîn a metrajdirêj a Nîsan Dagê qala çîroka rapvanekî ciwan ê ku di heman demê da li dijî muptelatiyê jî têdikoşe, dike.
Di fîlmê da Oktay Çubuk, Hayal Koseoglu, Ushan Çakir, Eren Çigdem û Ayris Alptekin dileyîzin.
AA