Vê hefteyê 5ê wan xwemalî 11 fîlm ew ê têkevin vizyona sînemeyên Tirkiyeyê.
Derhêneriya fîlma "Destroyer"ê Karyn Kusama dike û di fîlmê da Nicole Kidman, Tatiana Maslany, Sebastian Stan, Toby Kebbell, Scoot McNairy, Bradley Whitford û Jade Pettyjohn dilîzin.
Di fîlmê da qala dedektîfeke di destpêka polêstiya xwe da ji bo wezifeyê dikeve nav çeteyekê dikin.
- "Greta"
Dehêneriya fîlma "Greta"ê Neîl Jordan dike û di fîlmê da Isabelle Huppert, Chloe Grace Moretz û Maika Monroe dilîzin.
Di fîlmê da keçikek li metroyê çenteyekî bêxwedî dibîne û teslîmê jineke mamosteya piyanoyê ya bi tena serê xwe dijî dike.
Senaryoya fîlmê Neîl Jordan û Ray Wrîght bi hev ra nivîsîne.
- "Rondikên Binehlet"
Derhêneriya fîlma "Rondikên Binehlet" Michael Chaves dike û di fîlmê da Linda Cardellini, Patricia Velasquez, Madeleine McGraw, Sean Patrick Thomas û John Marshall Jones dilîzin.
Di fîlmê da xebatkarekî xizmetên civakî û zarokek li dijî nehleta bi salan e derdikeve holê têkoşînê didin.
- "Arctic"
Derhêneriya fîlma "Arctic"ê Joe Penna dike û di fîlmê da Mads Mikkelsen û Maria Thelma Smaradottir dilîzin.
Di fîlmê da qereman têkoşînê dide ku li jiyanê bibîne.
- "Em Çima Çêdikin?"
Derhêneriya fîlma "Em Çima Çêdikin?" Herman Vaske dike. Di fîlmê da 50 felsefevan, siyasetmedar, muzisyen, zanyar û hunermend bersiva "Tu çima çêdikî?" didin.
- "Saf"
Derhêneriya fîlma "Saf"ê Alî Vatansever dike û di fîlmê da Saadet Işil Aksoy, Erol Afşin û Onur Buldu dilîzin.
Di fîlmê da jin û mêrekî li Fîkîrtepeyê di çavî xanî da dijîn û gotegota veguherandina bajêr belav dibe, li ser vê jiyana malbatê diguhere.
- "Meteler"
Derhêneriya fîlma "Meteler"ê Burak Akyol dike û di fîlmê da Gokhan Mumcu, Serhan Çelîker, Temmuz Gurkan Karaca, Cem Okyay û Kerem Tanik dilîzin. Di fîlmê da tîma eskeran a ji 8 eskeran pêk tê li dijî terorîstan têkoşînê didin.
- "Wî Karî Ji Min ra Bihêla"
Derhêneriya fîlma "Wî Karî Ji Min ra Bihêla" Haydar Işik dike û di fîlmê da Betul Demirkaya, Nilay Toprak, Nez Demir, Umit Acar, Selahattin Taşdogen, Erdi Unver, Metin Keçeci, Esra Sonmezer û Doguşê sitranbêj dilîzin.
Senaryoya fîlmê Enver Suluk û Murat Taş nivîsandine. Di fîlmê da bavê ciwanekî ku çi bixwaze dike îflas dike û deny ji ciwan ra dimîne. Ciwan li ber xwe dide ku van deynan bide.
- "Tu Carî Nabe"
Derhêneriya fîlma "Tu Carî Nabe" Emre Çaltili dike û di fîlmê da Tugba Melis Turk, Ulaş Torun û Ceyhun Yilmaz dilîzin. Di fîlmê da 3 heval tişta ku tê bîra wan dibêjin û heman tişt diqewime û fîlm li ser vê mijarê didome.
- "Koşka Bikukla"
Derhêneriya "Koşka Bikukla" ya fîlma anîmasyon Mustafa H. Ozturk dike. Di fîlmê da hin diz kuklayan didin û xeyal dikin ku bi van dewlemend binin.
- "Hello Kitty"
Derhêneriya "Hello Kitty"ya xêzefîlm Tony Olîver dike. Di fîlmê da qala serpêhatiyên Hello Kîttyê û hevalên wê yên 23yê Nîsanê dikin.