Vê hefteyê 11 fîlm dikevin vîzyonê

Vê hefteyê 11 fîlm dikevin vîzyonê

Di salonên sînemayê yên Tirkiyeyê da vê hefteyê 5 jê xwemalî tevahî 11 fîlm wê bên weşandin.


Fîlma "Olga" ya ku Anastasiia Budiashkina, Sabrina Rubtsova û Caterina Barloggio di rolên sereke da dileyîzin û bi şirîkatiya  Fransa, Swîsre û Ukraynayê va hatiye çêkirin wê bê weşandin.


Di fîlmê da qerektera Olgayê ji alî Anastasia Budiashkinaya cîmnastîkvana berê ku di Şampiyoniya Ewropayê ya Ciwanan a 2016an da nûnertiya Ukraynayê kiribû dileyîze. Di fîlmê da di rolên din da jî cîmnastîkvanên profesyonel dileyîzin.

Fîlma ji alî Elie Grappeya bi saya fîlmên kurte va gelek xelat qezenc kiriye va hat kişandin. Di fîlmê da qala cîmnastîkvaneka 15 salî ya ku hewl dide di olîmpiyatan da madalyaya zêrîn qezenc bike lê ji ber Şoreşa Porteqalî mirazê wê di çav da dimînin, dike.

- "Cage Begê Xwedîmerîfet"

Di rola sereke ya fîlma "Cage Begê Xwedîmerîfet" da wek lîstikvan Nicolas Cage, Pedro Pascal, Tiffany Haddish, Neil Patrick Harris û Ike Barinholtz dileyîzin û derhêneriya fîlmê jî Tom Gormican kir.


- "Dema Dayika min"

Di fîlma bi derhêneriya Hakan Gurtop va hat kişandin da wek lîstikvanên sereke Ugur Çavuşoglu, Meriç Başaran, Gonca Yakut û Serkan Ekşioglu dileyîzin û fîlm ji ber naveroka xwe dramatîk e.

Di naveroka fîlmê da qala dayikeke ji Anadoluyê ku êdî pîr bûye û ji mecbûrî li bajêr dijî tê kirin.

Fîlm li ser nexweşiya Alzheimerê disekine û dixwaze gelek pirsgirêkên ku îro di nav malbat û civakê da hene, bîne ber çavan.

- "Halukê Bêeynik"

Tolgahan Sayişman, Erdal Ozyagcilar, Algi Eke, Sarp Bozkurt û Oznur Serçeler tê da dileyîzin û cureya wê komedî ye.

Di fîlma ku Bulent Îşbîlen derhêneriya wê dike da piştî ku jina wî kurê wî hildide û wî terk dike, komîser ji jiyanê qut dibe û xwe dide ser pîşeyê xwe, dema ku sûcdaran digire jî rêbazan binpê dike.

- "Karavanaya ku di hişê hev da ne (Tam Kafadan Karavana)"

Oguz Ozturk û Celal Ozturk bi hev ra derhêneriya vê fîlmê kiriye û cureya vê jî komedî ye. Tê da Alî Bîçîm, Mesut Can Tomay, Efekan Can, Burak Guneş û Serkan Dagli dileyîzin.

Di fîlmê da tîmeke e-sporê tengasiya malê dinê dikişîne û di şert û mercên tengasiyê da ji bo turnuvayê amade dibe.

- "Ji bo Zeko"

Kesên wekî Kareem Mehmûd Ebdul Ezîz, Menna Shalabî, Amr Ebdulxelîl û Dalia Ebdulxanî tê da dileyîzin. Fîlm ya derhênerê ÎRanî Peter Mîmî ye û tê da zarokek wê beşdarî pêşbaziya zarokê herî zîrek bibe û di vê pêvajoyê da qala zarok û malbata wî dike.

- "Kî Gotiye Em Xerab in"

Cureya fîlmê anîmasyon e û Pierre Perifel derhêneriya wî kiriye. Tê da qala çeteyeke heydût ku ji heywanên sûcdar pêk tê û dixwazin bibin welatiyekî mînak.

- Fîlmên tirsnak ên hefteyê

Vê hefteyê her wiha "Cêwî"ya ku Taneli Mustonen derhêneriya wê kiriye û ya Fînlandiyayê ye, "Leneta Şeytan" a ku Îngilizan çêkiriye, fîlmên xwecî "Zebûn" û "Yakaza: Qebîleya Bijehr" fîlmên rageşî û tirsnak in.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE