Vê hefteyê 3 fîlm wê bikevin vizyonê

Li salonên sînemayê yên li Tirkiyeyê vê hefteyê yek jê xwemalî wê 3 fîlm bikevin vizyonê.

Vê hefteyê 3 fîlm wê bikevin vizyonê

Li salonên sînemayê yên li Tirkiyeyê vê hefteyê yek jê xwemalî wê 3 fîlm bikevin vizyonê.

"Herkulê Biçûk: Naîm Suleymanoglu"

Di fîlmê "Herkulê Biçûk: Naîm Suleymanoglu" da behsa heyata Naîm Suleymanoglu tê kirin ku di dîroka werzişa Tirkan da deng vedaye.

Di rola Naîm Suleymanoglu da Hayat Van Eck dilîze û ji xeynî wî Yetkîn Dîkincîler, Selen Ozturk, Gurkan Uygun, Ugur Guneş, Îsmaîl Hacioglu, Renan Bîlek û Bulent Alkiş jî di fîlmê "Herkulê Biçûk: Naîm Suleymanoglu" da dilîzin.

Derhênerê "Herkulê Biçûk: Naîm Suleymanoglu" Ozer Feyzîoglu û çêker jî Mustafa Uslu ye.

Çîroka heyata Naîm Suleymanogluyê ku 47 rekorên dinyayê bi dest xistiye, di sê olîmpiyadên cuda da 3 madalyayên zêrîn yên olîmpiyadê hildaye, 6 caran bûye şampiyonê Ewropayê, 7 caran bûye şampiyonê dinyayê û di dîroka werzişê da deng vedaye ji hêla Ozer Feyzîoglu va wek senaryo hatiye nivîsandin.

"Doktor Xew"

Stanley Kubrîck fîlmê "Doktor Xew" ji ber berhema navdar ya Stephen Kîng derxistiye. Di fîlmê "Doktor Xew" da piştî bûyera ku li Overlook Otêlê diqewime 40 sal derbas dibe, lê dîsa jî Dan Torrance ji bin bandora bûyerê dernakeve. Di fîlmê da Dan Torrance keçika ciwan ya bi navê Abra nas dike ku hêzeke taybet di herduyan da jî heye û qala bûyerên peyra diqewimin tên kirin.

Derhênerê "Doktor Xew" Mîke Flanagan e û tê da Ewan McGregor, Rebecca Ferguson, Kylîegh Curran, Clîff Curtîs, Zahn McClarnon û Emily Alyn Lind dilîzin.

"Biborin, Me Xwe Negihand We"

Derhênerê fîlmê "Biborin, Me Xwe Negihand We" Ken Loach e û tê da Krîs Hitchen, Debbîe Honeywood, Rhys Stone û Katîe Proctor dilîzin.

Di fîlm da Rîcky-Abbîeya hevserên hev in denydar in. Piştî ku Rîcky dest bi karekî teslîmatê dike jiyana malbatê diguhere. 

Senaryoya "Biborin, Me Xwe Negihand We" ji hêla Paul Laverty va hatiye nivîsandin.

Dîroka nûkirinê: 22 Mijdar 2019, 17:00
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE