Vê hefteyê 2yên wan xwemalî 4 fîlmê têkevin vizyona sînemeyên Türkiyeyê.
Derhêneriya fîlma "Bêdenge"yê Derrîck Borte dike û di fîlmê da Russell Crowe, Caren Pistorius, Gabriel Bateman, Anne Leighton û Jimmi Simpson dilîzin.
Senaryoya fîlmê Carl Ellsworth nivîsiye û fîlm di cureya tirs û aksiyonê da hatiye kişandin. Di fîlmê da qala çîroka Rachelê dikin, Rachel di trafîkê da bi yekî ra dikeve niqaşê li ser vê ew kes dikeve pey Rachelê.
- "Hecîbega Kelha Dawîn"
Di fîlma "Hecîbega Kelha Dawîn" da Deren Talu, Aleksandr Sokolov û Yurdaer Okur dilîzin û di fîlmê da qala çîroka eşq û şer a li Hecîbega kelha dawîn a Osmaniyan dikin.
Fîlm di heyama şerê Osmaniyan û Ûrisan a sedsala 18an da derbas dibe, dewleta Osmaniyan û Qzaxên Tuna Sîçiyê ji bo Kelha Hecîbeg têkoşînê didin.
Fîlm li Odessaya bajarê Ukraynayê bi hevkariya Türkiye, Ukrayna û Gurcistanê hatiye kişandin. Derhêneriya fîlmê Konstantin Konovalov dike.
- "Bay Lînk: Efsaneya Windayî"
Derhêneriya fîlma "Bay Lînk: Efsaneya Windayî" Chris Butler dike. Fîlm di cureya anîmasyonê da hatiye kişandin û fîlmê xelata Golden Globeyê ya "Anîmasyona Herî Serkeftî" sitandiye.
Di fîlmê da qala Mr. Lînkê demeke dirêj e eqrebeyên xwe nedîtiye li wan digere, Sîr Lîonel Frostê kaşif û Adelîna Fortnîghta maceraperest jî bi Mr. Lînk ra rêwîtiyê dikin.
- "El-Zebir"
Di fîlma "El-Zebir"ê da qala serpêhatiyên Tugbaya di piçûktiyê da hin tiştên xirab hatine serî û aciziyên wê dîsa derdikevin holê dikin.
Derhêneriya fîlmê Sînan Uzun dike û d fîlmê da Mustafa Kara, Cemalettîn Çekmece, Ada Mural, Elîs Buşra Kiliç û Cemal Aşkin Alpçetîn dilîzin.
AA