Vê hefteyê 4 fîlm dikevin vîzyonê

Vê hefteyê 4 fîlm dikevin vîzyonê

Di salonên sînemayê yên Tirkiyeyê da vê hefteyê 2 jê xwemalî 4 fîlm dikevin vîzyonê.

Fîlma "Bergen" ya ku Farah Zeynep Abdullah tê da wekî serleheng dileyîze dê were hemberî temaşevanan ku qala serpêhatiyên jiyana stranbêj Belgin Serilmişerê dike ku wekî Bergen tê naskirin.

Digel Abdullahê, Erdal Beşikçioglu û Tilbe Saran di fîlmê da wekî serleheng dileyîzin.

Fîlma ku berhemanîna wê Orchestra Contentê hilda ser xwe, senaryoya wê ji hêla Yildiz Bayazit û Sema Kaygusuzê hat nivîsîn, derhêneriya wê jî ji hêla Mehmet Binay û Caner Alper hat pêkanîn.

- "Zarokên Nes"

"Zarokên Nes" dê vê hefteyê bi belavkirina Başka Sînemayê bikeve vîzyonê ku Ahmet Necdet Çupur derhêneriya wê kir û kesên wekî Zeynep Çupur, Mahmut Çupur û Nezahat Çupurê jî wekî serleheng tê da leyîstin.

Fîlma ku bi cureya belgefîlmê hatiye kişandin, qala jiyana kesekî dike ku 20 sal berê ji bo xwendinê ji memleketê xwe çûye û her wisa ji bo piştgiriyê bide xwîşk û birayên xwe cardin ji Fransayê vedigere gundê xwe.

- "The Batman"

Di fîlma "The Batman" da lîstikvanên wekî Robert Pattinson, Colin Farrell, Zoe Kravitz, Andy Serkis û Paul Dano wekî serleheng dileyîzin. Fîlm namzedê wê yekê ye ku bala aksiyonhezan bikişîne.

Derhênerê fîlmê Matt Reeves e û her wiha li ser dîmenên fîlmê mohra Greig Fraser li ser muzîkên fîlmê jî mohra Michael Giacchino heye.

- "Rev"

Fîlma hefteyê ya cure belgefîlm û anîmasyon a bi navê "Rev" bi destê Jonas Poher Rasmussen bo perdeya sînemayê hat veguhestin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE