Vê hefteyê 5 fîlm dikevin vîzyonê

Vê hefeteyê yek xwemalî 5 fîlmê têkevin vîzyona sînemayê.

Vê hefteyê 5 fîlm dikevin vîzyonê

Vê hefeteyê yek xwemalî 5 fîlmê têkevin vîzyona sînemayê.

Di fîlma "Merivê Pîrebok: Vegera Malê" da Tom Holland, Zendaya, Benedict Cumberbatch, Marisa Tomei û Jamie Foxx dilîzin.

Derhêneriya fîlma "Merivê Pîrebok: Vegera Malê" Jon Watts dike û fîlm di cureya zanistê da hatiye kişandin. Di fîlmê da nasnameya Merivê Pîrebok eşkere dibe û li ser vê ji Doxtor Strange alîkariyê dixwaze.

"Jiyana Nîvcîmayî"

Derhêneriya fîlma "Jiyana Nîvcîmayî" Michael Uppendahl dike û di fîlmê da Aaron Paul, Lena Olin, Tom Berenger, Celia Weston û Michael Weston dilîzin.

Fîlm di cureya dramê da hatiye kişandin û di fîlmê da qala merivekî serkeftî yê qezayê dike û jiyana wî diguhere tê kirin.

"Keça Tarî"

Derhêneriya fîlma "Keça Tarî" Maggie Gyllenhaal dike û di fîlmê da Olivia Colman, Dakota Johnson, Jessie Buckley, Peter Sarsgaard û Paul Mescal dilîzin.

Fîlm ji romana Elena Ferranteyê ya bi heman navî hatiye hildan. Di fîlmê da Leda derdikeve tetîlê û di tetîlê da dayikeke ciwan nas dike û paşê serpêhatiyên wê yên dayiktiyê tên ber çavê wê.

 "Kumbare"

Di fîlma "Kumbare"yê da Murat Kiliç û Gulçîn Kultur Şahîn dilîzin.

Derhêneriya fîlmê Ferît Erol dike. Di fîlmê da qala Orhanê 38 salî yê bavê malê dikin. Orhan bi dayika xwe ya ji ber qezayeke li malê bûye nexweşa nav nivînan ra eleqedar dibe. Orhan ji hevalekî xwe ra dibe kefîl û hevalê wî winda dibe deyn li stûyê Orhan dimîne. Orhan hewl dide ji deyn xilas bibe û navbera wî û malbata wî xirab dibe.

 "Maşa û Hirçê Mezin 4"

Derhêneriya "Maşa û Hirçê Mezin 4" a fîlma anîmasyonê Roly Gutîerrez dike. Di fîlmê da qala Maşayê û dostên wê yên li daristanê tê kirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE