Vê hefteyê 5 fîlm dikevin vîzyonê

Vê hefteyê ji fîlmên xwemalî Karên Organîze: Giloka Deq û Dolaban û ji fîlmên biyanî jî Labîrenta Ber Kuştinê, Qiralîçeya Skoçyayê Mary, Dogman û Zarokên Rihet li Kampê ne wê bikevin vîzyonê

Vê hefteyê 5 fîlm dikevin vîzyonê

hefteyê 1 jê xwemalî 5 fîlm wê li eywanên sînameyê yên Tirkiyeyê bên weşandin.

Yilmaz Erdogan wek berdewamiya fîlmê Karên Organîze ku di sala 2005an da çêkiribû niha jî bi navê "Karên Organîze: Giloka Deq û Dolaban" a ji hêla wî va hat çêkirin wê bê weşandin.

Di berdewamiya fîlmê da qala sixtekariyên ku Asim Noyan û ekîba wî birêva dibin tê kirin.

Di rola sereke ya fîlmê da tevlî Yilmaz Erdogan, Kivanç Tatlitug, Ezgî Mola, Bensu Soral, Riza Kocaoglu, Okan Çabalar, Guven Kiraç, Ahmet Mumtaz Taylan, Ersîn Korkut, Erdem Baş, Mahîr Îpek, Ekîn Turkmen û Ata Demirer

- "Labîrenta Ber Kuştinê"

Derhêneriya fîlmê ji hêla Adam Robitel va hatiye kirin û di rola sereke da jî Deborah Ann Woll, Taylor Russell, Tyler Labine, Logan Miller û Adam Robitel cih digirin.

Senaryoya fîlmê jî bi destê Maria Melnik û Bragi F. Schut va hatiye nivîsandin û di fîlmê da qala 6 biyaniyên ji bo li heyatê bimînin dikevin nav hewleke çawa, tê kirin.

- "Qralîçeya Skoçyayê Mary"

Senaryoya fîlmê ji ber pirtûka John Guy a bi navê "Qiralîçeya Skoçyayê" hatiye derxistin û bi navê "Qiralîçeya Skoçyayê Mary" jî wê di vîzyonê da cih bigire. Mary Stuart a ku di 16 saliya xwe da dibe qralîçeya Fransayê piştî mirina mêrê xwe vedigere Skoçyayê û ji bo Elizebeth a Qralîçeya Îngiltereyê ji textê wê bike hewl dide.

Di qadroya fîlma ku Josie Rourke derhêneriya wê kir da Margot Robbie, Saoirse Ronan, Guy Pearce, David Tennant, Jack Lowden, Joe Alwyn û Gemma Chan wek lîstikvan cih digirin.

- "Dogman"

Di fîlma Matteo Garroneyê derhênerê Îtalyayî çêkir da qala berberê seyan ê ku di nav başî û xerabiyê da asê maye dike û lîstikvanên fîlmê jî Marcello Fonte, Edoardo Pesce, Alida Baldari Calabria, Adamo Dionisi û Aniello Arena ne.

- "Zarokên Rihet li Kampê ne"

Fîlma bi derhêneriya Lîsa Arnoldê hat kişandin da qala ciwanekî şermok tê kirin lê ew piştî ku diçe kampeke havînê ji şermoktiya wî tiştek namîne.

AA

Dîroka nûkirinê: 31 Çile 2019, 17:11
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE