Vê hefteyê 6 fîlm dikevin vîzyonê

Vê hefteyê jê 2 xwemalî, 6 fîlm wê bikevin vîzyona sînemayên Tirkiyeyê

Vê hefteyê 6 fîlm dikevin vîzyonê

hefteyê jê 2 xwemalî, 6 fîlm wê bikevin vîzyona sînemayên Tirkiyeyê. 

Fîlma bi navê "Rûyê Hîvê yê Tarî: Zarokên Hîtler" yê ku wek aksîyon û komedî hat kişandin derhêneriya wê Tîmo Vuorensola Fînlandayî dike. 

Lîstikvanên fîlmê Julîa Dîetze, Tom Green, Udo Kîer, Lloyd Kaufman, Stephanîe Paul, Tero Kaukomaa, Vladîmîr Burlakov, Martîn Swabey, Emîly Atack, John Flanders, James Quînn, Jukka Hîlden û Lloyd Lî ne. Fîlm wek dewama fîlma Îron Skyê ye hatiye kişandin. Di fîlmê da Nazî dixwazin dinyayê dagir bikin û komeke şoreşger jî dijî wan derdikevin. 

- "Mirovekî Dilpak"

Filma Louîs Garrel a bi navê "Mirovekî Dilpak" behsa jiyana jin û mêrekî dike. Senaryoya fîlmê  Jean-Claude Carrîre nivîsî.

Di fîlmê da derhêner Louîs Garrel, Laetîtîa Casta û Lîly-Rose Deppaya di salên 90î da navdar bûn dileyîzin. 

- "Efsaneya Bixwîn"

Derhêneriya fîlma "Efsaneya Bixwîn" Luke Goslîng û Sean Brown bi hevra dike da Anna Dawson, Hannah Chalmers û Matt Ray Brown dileyîzin. 

Di fîlmê da behsa lêpirsina der heqê rojnamevanekî û tiştên bi serî wî da hatin tê kirin. 

- "Sîccîn 6"

Derhêneriya fîlma "Sîccîn 6" ya ku cureya wê tirse Alper Mestçî dike. Di fîlmê da Merve Ateş, Adnan Koç, Dîlara Buyukbayraktar, Fatîh Murat Teke, Sîbel Aytan û Huseyîn Taş dileyîzin. 

Fîlm behsa bav û keça wî ya pirsgirêkên wê yên malbatî hene dike. 

- "Dora û Bajarê Zêr yê Wenda"

Di dewama fîlma "Dora û Bajarê Zêr yê Wenda" ya ku behsa macereyên Dorayê dike, vê dorê Dora dixwaze malbata xwe xilas bike. 

James Bobînê ku derhêneriya fîlmê dike da stranbêj Isabela Moner, Mîchael Pena, Eva Longorîa, Jeffrey Wahlberg, Madeleîne Madden û Eugenîo Derbez dike. 

- "Heywanên ku diaxivin"

Fîlma bi navê "Heywanên ku diaxivin" ku derhênerê wê jî Mustafa Kotan e, behsa xortekê ku li parka hewywanan dixebite û axaftinên heywanan dibihîze dike.

Fîlmê ku cureya wê komedî ye Emîr Ozyakişir, Ayça Erturan, Ferît Aktug, Hulya Duyar, Ebru Akel Sancak, Asli Samat, Bariş Çelîkkol, Eray Demîrkol, Orhan Eşkîn, Naz Ar û Canturk Çolak dileyîzin.

Dîroka nûkirinê: 08 Tebax 2019, 17:56
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE