Vê hefteyê 3yê wan xwemalî 7 fîlm ew ê têkevin vizyona sînemeyên Tirkyeyê.
Di fîlma "Li New Yorkê Rojake bi Baran" da Timothee Chalamet, Elle Fanning û Selena Gomez dilîzin.
Derhêneriya vê fîlmê Woody Allen dike. Di fîlmê da qala serpêhatiyên du kesên ji bo betlaneya dawiya hefteyê hatine New Yorkê dikin.
- "Qesra Çîrokan: Dewata Bisêhr"
Derhêneriya fîlma "Qesra Çîrokan: Dewata Bisêhr" Burak Kuka dike di fîlmê da qala serpêhatiyên keçika mifteya deriyê diyarê çîroka dibîne dikin.
Di fîlmê da Ecrin Su Çoban, Berk Coşkun û Ayça Tilki dilîzin.
- "Îblis: Hêsîrê Bedenê"
Derhêneriya fîlma "Îblis: Hêsîrê Bedenê" Hîra Evren Işik dike û di fîlmê da Araf Mehmet Geçgel, Esin Kaya, Elif Erkanli û Emre Bulut dilîzin.
Di fîlmê da 4 ciwan derdikevin rêwîtiya astral û hewl didin ji tişta ku bûyer belaya serê wan xilas bibin.
- "Abîgal: Ji Sînor Wê Da"
Derhêneriya fîlma "Abîgal: Ji Sînor Wê Da" Aleksandr Boguslavsky dike.
Di fîlmê da Tinatin Dalakishvili, Eddie Marsan û Rinal Mukhametov dilîzin. Di fîlmê da qala çîroka Abîgala hewl dide ji nexweşiya belav bûye xwe mihefeze bike û li herêmeke dûr dijî dikin.
- "Mircin"
Derhêneriya fîlma "Mircin"ê Ahmet Yaşar Gumuş dike û fîlm di cureya tirsê da hatiye kişandin.
Di fîlmê da Korkut Çozer, Elif Kartal û Hande Sipal dilîzin.
Di çîroka fîlmê da komek heval tevlî bûyere ku dibê jê dûr bisekinîn dibin. Ya ku nizanin jî ew e ku di vê mijarê da bi tenê nînin û ew ê xwe di nav bûyerên xirab da bibînin. Koma bi sêhra Îspanyol va hatiye lenetkirin û hewl dide ku ji vê lenetê xilas bibe.
- "Bi Xatirê Te Kurê Min"
Derhêneriya fîlma "Bi Xatirê Te Kurê Min" Wang Xiaoshuai dike û fîlm li Çînê hatiye kişandin. Di fîlmê da Wang Jing-chun û Yong Mei dilîzin.
Di fîlmê da malbatek ji sala 1980yî pê va di nav 40 salan da hewl dide ku ji hêla civakî û aboriyê xwe bi civakê ra bigihîne.
- "Pişîk"
Derhêneriya fîlma anîmasyon a "Pişîk"ê Gary Wand dike û fîlm sêberî jî hatiye amadekirin.
Blanketa pişîk dide peyê kurê xwe ku ji bo bihuşta pişîkan bibîne ji malê reviye.
AA